Nêçîrvan Barzanî îro bi Erdogan re dicive

09-10-2025
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Recep Tayyîp Erdogan Civîn Enqere
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî berê xwe da Enqereya paytexta Tirkiyeyê.

Ev serdan di çarçoveya bernameyeke fermî de ye.

Serokatiya Herêma Kurdistanê da zanîn ku Nêçîrvan Barzanî dê bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan re bicive.

Li gorî daxuyaniyê, Nêçîrvan Barzanî û Erdogan dê li ser “pêwendiyên Tirkiyeyê yên bi Îraq û Herêma Kurdistanê re, rewşa li herêmê û çend mijarên din ên ku ji bo her du aliyan girîng in” biaxivin.

Nêçîrvan Barzanî herî dawî di çarçoveya Foruma 4emîn a Dîplomasiyê ya Antalyayê de (ADF2025) bi Erdogan re hevdîtinek kiribû ku di navbera 11 û 13ê Nîsanê de hatibû lidarxistin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst