Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu, beriya civîna lezgîn a Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) konferanseke rojnamegeriyê li dar xist û hûrgiliyên plana "dagirkirina Xezeyê" ya ku ji aliyê kabîneyê ve hatiye qebûlkirin eşkere kir.
Netanyahu îdia kir, ji ber ku Hemasê red kiriye ku çekên xwe deyne, ji bilî "temamkirina wezîfeyê û têkbirina Hemasê" ti vebijêrkeke din li pêşiya Îsraîlê nemaye.
"Plana Xezeyê rêya herî baş a bidawîkirina şer e"
Netanyahu da zanîn ku operasyona nû ya ku li Xezeyê tê plankirin, dê du kelehên dawî yên Hemasê bike hedef û got, "Plana bajarê Xezeyê rêya herî baş a bidawîkirina şer e."
Serokwezîrê Îsraîlê anî zimên ku wî ferman daye artêşê ku zêdetir rojnamegerên biyanî bînin Xezeyê û got, "Em li bendê ne ku plana operasyona nû ya Xezeyê di demeke gelekî kurt de bi dawî bikin."
"Ez naxwazim şer dirêj bikim"
Serokwezîrê Îsraîlê îdia kir ku Îsraîl dê li Xezeyê korîdorên nû yên ewlehiyê û navendên alîkariyê veke û wiha pê de çû: "Armanca me ne dagirkirina Xezeyê ye, armanca me rizgarkirina wê ji Hemasê ye.
Ez naxwazim şer dirêj bikim. Dirêjbûna şer tê wateya ku dibe ku gelek rehîne ji birçîbûnê bimirin."
Beriya bi 2 rojan kabîneya ewlehiyê ya Îsraîlê li ser dagirkirina tevahiya Xezeyê civiyabû.
Kabîneya ewlehiyê ya Îsraîlê daxwaza Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ya ji bo kontrolkirina tevahiya Xezeyê qebûl kir.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse