Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê ragihand ku wan peyamên erênî ji Îran û Rûsyayê wergirtine.
Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan li Dubaiyê tê lidarxistin.
Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan di navbera 11 û 13ê vê mehê de li Dubaiyê bi beşdariya zêdetirî 30 serokdewlet û serokwezîrên hikûmetan tê lidarxistin.
Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Eshed Hesen Şeybanî li Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan a li Dubaiyê axivî û li ser bûyerên dawî yên navxwe û pêwendiyên birêvebiriya nû ya Sûriyeyê rawestiya.
"Ez dê di demeke nêzîk de biçim Bexdayê"
Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Eshed Hesen Şeybanî got:
“Em di pêwendiyên xwe yên derve de rêzê li serweriya hemû welatan digirin.
Em ji derî dikevin malê. Pêwendiyên me yên fermî bi Hikûmeta Îraqê re hene û ji bilî rêz û hezkirinê tiştekî din nîne.”
Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Eshed Hesen Şeybanî li ser pêwendiyên Îraq û Sûriyeyê hişyarî da û anî ziman:
“Em nakevin dafika wan kesên ku dixwazin pêwendiyên di navbera hikûmetên Îraq û Sûriyeyê de têk bidin.
Pêwendî li ser bingeha helwestên fermî û dîplomatîk hatine avakirin.
Pêwendiyeke me ya baş heye û min vexwendineke fermî wergirtiye da ku biçim Bexdayê, ez serbilind im û dê di demeke nêzîk de biçim serdana wan.”
"Me peyamên erênî ji Îran û Rûsyayê wergirtine"
Eshed Hesen Şeybanî di bersiva pirseke li ser peyamên erênî yên ji Rûsya û Îranê de got:
“Me peyamên erênî ji Rûsya û Îranê wergirtine lê divê ev peyam bibe siyaseteke zelal.
Divê gelê Sûriyeyê hest bi ewlehiyê bike û piştî ewlehiya gelê Sûriyeyê em dê dest pê bikin.”
Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Eshed Hesen Şeybanî anî ziman:
“Peyamên zelal ên rêzgirtina birêvebiriya nû ya Sûriyeyê û rêzgirtina ji serweriya gelê Sûriyeyê re hene lê gelê Sûriyeyê birîndar e û êşeke mezin ji destê van her du dewletan dîtiye.”
Eshed Hesen Şeybanî bal kişand ser ku “ji bo başkirina pêwendiyan, divê bi dilniyayî li van pêwendiyan were nihêrîn. Ez naxwazim pêwendiyekê li ser gelê xwe ferz bikim ku ew hest bi ewlehiyê nekin.”
Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê li ser rewşa navxwe jî got:
“Hemû gelê Sûriyeyê bi vê guherînê re bû û beşdarî guherînan bû û bi xwe serkêşiya guherînan kir.
Ji ber vê jî xelk gelekî ji derveyî welêt vedigere.”
Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Eshed Hesen Şeybanî amaje pê kir:
“Wekî ku tê zanîn her guherînek hinek tirsan çêdike û em vê yekê fêm dikin û em serhişk in ku dilniyayiyê bidin gelê Sûriyeyê.
Divê bi kiryarên xwe em wan dilniya bikin û hemû beşdarî desthilatê bibin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse