Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz ragihand ku piştî berdana dîlan, Îsraîl dê hemû tunelên Hemasê yên li Xezeyê biteqîne.
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz di roja sêyem a agirbestê de bi daxuyaniyekê da zanîn ku jinavbirina tunelan dê di çarçoveya "mekanîzmayeke navneteweyî ya bi serpereştiya Amerîkayê" de be.
Israel Katz got:
"Pirsgirêka herî mezin a ji bo Îsraîlê piştî qonaxa wergirtina dîlan dê wêrankirina hemû tunelên terorîstî yên Hemasê yên li Xezeyê be.
Min ferman daye artêşê ku xwe ji bo vî erkî amade bike."
Hemas xwedî toreke tunelan a di bin Xezeyê de ye ku bi taybetî ji aliyê baskê leşkerî Lîwayên Qesamê ve tê bikaranîn.
Îsraîlê ducare kir ku di 2 salên şer de hejmareke zêde ya wan tunelan wêran kiriye.
Li gorî peymana agirbestê ya ku roja pêncşemê hatibû ragihandin, Hemas dê 48 dîlan radest bike.
Li hemberî vê, Îsraîl dê 250 girtiyên Filistînî yên ku cezayê heta hetayê li wan hatiye birîn, tevî hezar û 700 Filistîniyên din ên ku ji Çiriya Pêşîn a 2023yan ve ji aliyê artêşa Îsraîlê ve li Xezeyê hatine desteserkirin, berde.
Hemasê roja şemiyê piştrast kir ku dîl dê roja duşemê werin berdan.
Katz her wiha amaje pê kir ku wêrankirina tunelan dê di çarçoveya "pêvajoya bêçekkirinê" ya Hemasê de be ku di plana Serokê Amerîkayê Donald Trump de hatiye diyarkirin.
Hat diyarkirin, ji bo bicihanîna qonaxa duyem a planê pêwîstî bi gotûbêjan heye.
Serkirdeyê Hemasê Husam Bedran roja şemiyê ragihand ku çekên tevgera wan tiştekî "asayî" ne û tekez kir ku ew "dev ji çekên xwe bernadin".
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse