Li Îsraîlê li dibistanên seretayî telefon hat qedexekirin

11 demjimêr berê
Nîşan Îsraîl Dibistanên Seretayî Telefon Qedexe
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Îsraîlê li dibistanên seretayî bikaranîna telefonan hat qedexekirin.

Wezareta Perwerdeyê ya Îsraîlê ragihand ku ji ber bandorên neyînî yên li ser xwendekaran, bikaranîna telefonên destan li dibistanên seretayî qedexe kirine.

Wezareta Perwerdeyê ya Îsraîlê diyar kir ku wan polîtîkayeke berfireh a qedexekirina telefonan ji bo xwendekarên dibistanên seretayî daye destpêkirin.

Li gorî daxuyaniya Wezaretê, ev sepandin dê 2yê Sibatê dest pê bike û êdî xwendekar bi ti awayî nikarin di nav avahiyên dibistanê de telefonan bi kar bînin.

Wezîrê Perwerdeyê Yoav Kisch diyar kir ku lêkolînên li Îsraîl û deverên din ên cîhanê bi awayekî eşkere nîşan didin ku bikaranîna telefonê bandoreke neyînî li ser performansa akademîk û bipêşketina civakî ya zarokan dike.

Kisch destnîşan kir ku bingeha vê qedexeyê daneyên zanistî ne.

Tenê qedexe nîne, perwerde jî heye

Polîtîkaya nû dê tenê bi qedexekirinê sînordar nemîne.

Wezareta Perwerdeyê armanc dike ku bi rêya bernameyên perwerdeyê yên ku xwendekar û dê û bavan li xwe digirin, adetên bikaranîna hevseng a telefonê bidin zarokan.

Her wiha kêmkirina girêdayîbûna bi medyaya civakî re û rêlibergirtina dîtina naverokên ku ne li gorî temenê zarokan in jî di nav armancan de ne.

Heta niha li Îsraîlê biryarên li ser bikaranîna telefonan di destê birêvebiriya dibistanan de bû lê ev sererastkirin cara yekem e ku li seranserê welêt dibe sepandineke neçarî.

Li cîhanê welatên wekî Awistralya, Fransa û Holendayê jî niha qedexeyên bi vî rengî pêk tînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst