Hewlêr (Rûdaw) - Di êrişên Îranê yên li ser Îsraîlê de heta niha herî kêm 63 Îsraîlî birîndar bûne.
Li gorî rojnameya Yedioth Ahronothê ya Îsraîlê, birîndar li nexweşxaneyên cuda cuda tên dermankirn.
Ji 63 kesên ku di êrişan de birîndar bûne, rewşa 2 kesan giran e û piraniya birîndaran ji ber şarapnelan birîndar bûne.
Hat diyarkirin ku piraniya birîndaran ji herêma Ramat Ganê ya nêzîkî Tel Evîvê ne.
Li gorî nûçeya Haaretzê, li Ramat Ganê 9 avahî bi temamî rûxiyane û gelek kes ji deverên ku êriş li wan çêbûne hatine derxistin.
Li gorî nûçeya Kanala 12ê, li seranserê Îsraîlê ji deverên ku ji êrişan bandor dîtiye 300 kes ji malên xwe hatine derxistin.
Berdevkiya artêşa Îsraîlê daxuyand ku Îranê di êrişa xwe ya li ser Îsraîlê de 100 mûşek berdane.
#VÎDEO - Kolanên Tel Evîva paytexta Îsraîlê piştî êrişên Îranê
— RudawKurdi (@RudawKurdi) June 13, 2025
📌 Heta niha 63 Îsraîlî birîndar bûne, birînên 2 birîndaran xedar in #Israel #Iran #iranisraelwar #TelAviv #تل_أبيب pic.twitter.com/Jf1MLH5WTH
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse