Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî li ser êrişên Îsraîlê got ku hedefa dawî Tirkiye ye.
Devlet Bahçelî li ser êrişên Îsraîlê yên li Îranê daxuyaniyeke nivîskî da û got:
“Armanca dawî ya di nav krîz û kaosê de Tirkiye ye. Gelê Tirk li dijî plan û xefkên Siyonîzm û emperyalîzmê yek e û dê ti carî teslîm nebe. Operasyona li ser Îranê peyameke bexîl e ku bi Tirkiyeyê hatiye dayîn.”
“Derdora welatê me bi agir hatiye dorpêçkirin”
Devlet Bahçelî got ku Îsraîl bi awayekî nerasterast bertekê nîşanî “pêvajoya çareseriyê” jî dide û li pey çû:
“Mixabin hêviyên aştî, aramî û diyalogê berdewam tên pûçkirin.
Di vê pêvajoyê de her roj senaryoyên felaketê zêdetir dibin.
Yasaya navneteweyî hatiye sekinandin, rêxistinên navneteweyî ji aliyê exlaqî û pratîkî ve tên tasfiyekirin.
Civakên bêguneh û mexdûr di bin tehdîta komkujiyê de ne, heta di zîndana komkujiyê de ne.
Bi taybetî derdora welatê me bi agir hatiye dorpêçkirin.
“Bertekeke nerasterast e”
Bi heman şêweyî, ev bertekeke nerasterast e li dijî armancên pîroz ên Sedsala Tirkiyeyê, paşerojeke bêteror û ruhê vejînê ku rabûye ser pêyan.
Rawestandina Îsraîlê hem ji bo ewlehiya neteweyî ya me hem jî ji bo aştî û aramiya herêmê berpirsiyariyeke dîrokî ye.
Heke ev berpirsiyarî bê înkarkirin an bê îhmalkirin, derketina pirsgirêkên nepêşbînkirî diyar û mîsoger e.”
Serokê Giştî MHPyê Devlet Bahçelî li ser êrişên Îsraîlê got: Hedefa dawî Tirkiye ye
— RudawKurdi (@RudawKurdi) June 13, 2025
🛑 Devlet Bahçelî got ku Îsraîl bi awayekî nerasterast bertekê nîşanî pêvajoya çareseriyê jî dide #Israel #Iran #iranisraelwar pic.twitter.com/jJeAMNuf6w
Çi bûbû?
Îsraîlê destê sibehê nêzîkî saet 03:01ê bi mûşekan tesîsên nukleerî û baregehên leşkerî yên Îranê bombebaran kirin.
Wezareta Parastinê ya Îsraîlê ragihand, di encama êrişa wan a asmanî ya berfireh a li ser çend herêmên cuda yên Îranê de, piraniya fermandarên bilind ên Hêza Asmanî ya Supaya Pasdaran hatine kuştin.
Di êrişan de kuştina Fermandarê Supaya Pasdaran Husên Selamî û Sererkanê Giştî yê Îranê Mihemed Baqirî hat piştrastkirin.
Ajansa Tesnîmê ya Îranê navên zanayên nukleerî yên ku hatine kuştin ragihandin ku wiha ne:
“Ebdulhemîd Menûçehr, Ehmed Riza Zulfikarî, Emîr Husên Fiqhî, Motlabîzade, Mihemed Mehdî Tehrançî û Fereydûn Ebasî.”
Artêşa Îsraîlê diyar kiribû ku Fermandarê Hêza Asmanî û Dronî ya Supaya Pasdaran Emîr Hacizade jî hatiye kuştin.
Berdevkê Heyva Sor a Îranê Micteba Xalidî li ser encamên êrişên Îsraîlê daxuyanî da û got, "Di encama êrişên Îsraîlê yên li ser Îranê de li 12 parêzgehan 121 kes birîndar bûne."
Li hêla din, êrişa Îsraîlê bû sedema bertekên herêmî û navneteweyî.
Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku ew ji êrişa Îsraîlê li Îranê agahdar bûye û diyar kir ku ew dê destûrê nedin ku Îran bibe xwediyê çekên nukleerî.
Divê were gotin ku Îranê jî bi mûşek û dronan bersiv da êrişên Îsraîlê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse