Hewlêr (Rûdaw) - BeriyaLûtkeya Xezeyê ya ku dê li bajarê Şerm Şêxê yê Misirê bi beşdariya zêdetirî 20 serokên cîhanê bê lidarxistin, li paytexta Misirê Qahîreyê teqînek çêbû.
Piştî bûyerê tedbîrên ewlehiyê yên li herêmê hatin zêdekirin û sedema teqînê hîn jî nehatiye diyarkirin.
Dûmaneke mezin bilind bû
Di dîmenên ku li ser torên civakî hatin parvekirin de, tê dîtin ku li deverên cuda yên Qahîreyê tedbîrên ewlehiyê yên xurt hatine girtin û li cihê bûyerê liv û tevgereke mezin heye.
Şahidan ragihand ku piştî teqînê dûmaneke mezin bilind bûye.
"Ne êrişeke plankirî ye"
Rayedaran ragihand ku bûyer ne êrişeke plankirî ye û îhtimaleke mezin ji ber testên ewlehiyê yên înşaetê an jî monorayê çêbûye.
Tevî ku li ser torên civakî îdiayên teqîna li baregeheke leşkerî derketin holê jî rayedarên Misirê diyar kir ku bûyer rewşeke kontrolkirî yan jî qezayek bûye û lêpirsîn didome.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse