Îsraîlê bangî xelkê Yemenê kir: 'Xwe jê dûr bixin'

14-05-2025
RÛDAW
Nîşan Artêşa Îsraîlê Hûsiyên Yemenê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Îsraîlê bangî welatiyên Yemenê kir ku xwe ji 3 benderên di bin kontrola Hûsiyan de dûr bixin.

Daxuyaniya artêşa Îsraîlê piştî ku Hûsiyan îro bi mûşekekê êrişî Îsraîlê kir hat dayîn.

Berdevkê artêşa Îsraîlê Avichay Adraee li ser platforma medyaya civakî ya Xê got:

“Ji ber bikaranîna benderan a ji aliyê terorîstên Hûsî ve, em ji kesên li van benderan dixwazin ku ji bo ewlehiya xwe wan benderan vala bikin û xwe jê dûr bikevin.”

Benderên ku artêşa Îsraîlê dixwaze vala bibin ev in: Bendera Ras Îsa, Bendera Hudeyde û Bendera Salîfê.

Daxuyaniya Avichay Adraee piştî ku artêşa Îsraîlê îro di daxuyaniyekê de ragihand ku mûşekeke ku ji aliyê Hûsiyan ve ber bi Îsraîlê ve hatibû avêtin, xistiye xwarê, hat kirin.

Artêşa Îsraîlê diyar nekir ku ew mûşek li kû derê xistiye xwarê.

Ev duyemîn mûşeka Hûsiyan e ku di 24 saetên dawî de ji aliyê artêşa Îsraîlê ve tê xistin.

Piştî destpêkirina Şerê Xezeyê ya Çiriya Paşîn a 2023yan, Hûsiyan piştgiriya xwe ji bo Hemasê diyar kir û ji wê demê ve wan çendîn caran êrişî Îsraîlê kiriye.

Hefteya borî Îsraîlê êrişî Balafirgeha Sanayê û 3 stasyonên elektrîkê kiribû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst