Werzîrê Parastinê yê Îsraîlê gef li Xamîneyî xwar

19-06-2025
RÛDAW
Nîşan Îsraîl Elî Xamineyî Israel Katz Îran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz gefa kuştinê li rêberê olî yê Îranê Elî Xamineyî xwar û got, "Nabe kesekî mîna Xamîneyî bimîne."

Îranê vê sibehê bi zêdetirî 20 mûşekî êrişî Îsraîlê kir ku yek ji wan li nexweşxaneyeke bajarê Berşevayê yê Îsraîlê ket.

Di encama mûşekbarana Îranê de herî kêm 65 kes birîndar bûn.

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz çû bajarê Holonê ku mûşek lêketibûn û li wê derê ji çapemeniyê re axivî.

Katz, Rêberê Olî yê Îranê Elî Xamîneyî wekî berpirsê êrişên Îranê yê li sivîl û nexweşxaneyan û tawanbaerê şer bi nav kir.

Katz her wiha gefa kuştinê li Xamîneyê xwar û got, "Xamîneyî fermana lêdana sivîlan de, ew Hîtlerekî modern e, divê destûr neyê dayîn ku kesekî wisa bimîne."

Katz di daxuyaniya xwe ya îro sibê de her wiha got ku armanca êrişên li Îranê "lawazkirina birêvebiriya Tehranê" ye.

Wezîrê Parastinê ragihand ku Serokwezîr Benjamin Netanyahu û artêşa Îsraîlê "ji bo lawazkirina birêvebiriya Tehranê" ferman daye ku êrişên li Îranê zêde bikin.

Li aliyê din Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu piştî êrişa mûşekî ya Îranê got ku ew dê tolê ji Îranê bistînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst