Hewlêr (Rûdaw) – Şerê Îranê û Îsraîlê bi dijwarî berdewam dike. Îsraîl bi balafiran li Îranê dide û Îran jî bi dron û mûşekan bi ser asîmanê Îsraîlê de dibarîne.
Di vê dema ku alozî û pevçûna navbera Îran û Îsraîlê gihîştiye qonaxeke nû û metirsîdar, pirsyara ku ji aliyê gelek kesan ve tê kirin ev in, hêzên leşkerî yên van her du welatan çawa ne û ji aliyê leşkerî vê kîjan welat bihêz e?
Cudahiyên sereke yên hêzên her du welatan
Îran bi hêza xwe ya mirovî ya mezin û bernameya xwe ya pêşketî ya mûşekan balê dikişîne lê Îsraîl bi serdestiya teknolojîk, wesayîtên zirxî yên bi kalîte û hêzên xwe yên asmanî derdikeve pêş.
Her du welat jî di warê leşkerî de xwedî xalên xurt û lawaz in.
Hêza mirovî ya her du welatan
Îran: Nêzîkî 400,000 – 523, 000 leşkerên wê yên çalak hene (bi yedekî 873, 000) leşkerên wê hene.
Îsraîl: Nêzîkî 170, 000 leşkerên wê yên çalak hene (bi yedekî 465, 000) leşkerên wê hene.
Îran ji aliyê nifûs û hejmara leşkeran ve ji Îsraîlê gelekî bihêztir e lê serdestiya teknolojîk a Îsraîlê diyarker e.
Tank û wesayîtên zirxî yên her du welatan.
Îran: 1.634 tankîn wê hene (piranî Zulfikar ên Îranî û T-72 yên Rûsî ne)
Îsraîl: 3.930 tankên wê hene (piranî tankên Merkava yên îsraîlî ne)
Wesayîtên zirxî yên Îranê: Li gorî raporan hejmara wesayîtên zirxî yên Îranê nehatine diyarkirin lê yekîneyên fireh ên zirxî yên Îranê hene
Îsraîl: 8.040 wesayîtên zirxî û wesayîtên zirxî yên taybet ê veguhastina personelên Îranê hene.
Hêzên asmanî yên her du welatan
Îran: Nêzîkî 300 balafirên şer, bi tevahî 509 balafirên çalak hene. (Mig-29, Su-24, F-14, F-4)
Îsraîl: Nêzîkî 600 balafirên şer hene. (di nav de F-15, F-16, F-22, F-35)
Helîkopter Îranê: 126 helîkopter Îranê hene. (helîkopterên êrişê yên Îranê tune ne)
Îsraîl: Nêzîkî 70-80 helîkopterên Îranê hene (Tevî helîkopterên êriş û veguhastinê)
Hêzên deryayî yên her du welatan
Îran: 398 keştiyên leşkerî, 6 firqateyn, 3 korvet, 88 keştiyên dewriyeyê, 34 keştiyên binavê hene.
Îsraîl: 70+ keştiyên şer, 5 keştiyên binavê hene.
Mûşek û roketên her du welatan
Îran: Mûşekên balîstîk û krûz ên pêşketî yên wekî Xurremşehr, Fatih, Zulfiqar, Şehab hene.
Îsraîl: Mûşekên balîstîk û krûz ên pêşketî û xwedî kapasîteya nûkleerî hene.
Sîstemên parastina asmanî yên her du welatan
Îran: Xwediyê sîstema parastina asmanî ya Baver-373 (mîna S-300 ya Îranê), Mersad e.
Îsraîl: Sîstemên pêşketî yên wekî Barak, David's Sling, Iron Dome (Asmanê Hesinî) ye.
Budceya parastinê ya her du welatan
Îran: Nêzîkî 15,45 milyar dolaran ji budceya parastinê re terxan dike
Îsraîl: Nêzîkî 30,5 milyar dolaran ji budceyê re terxan dike
Rêzbendiya hêza leşkerî ya cîhanê (2023-2025)
Îran: Di rêza 13-15an de (Global Firepower) cih digire.
Îsraîl: Di rêza 15an de (Global Firepower) cih digire.
Aliyên bihêz û lawaz ên her du welatan
Îran
Aliyên bihêz; hêza mirovî ya mezin, bernameya mûşekî ya berfireh, kapasîteya firehkirina dronan aliyên xurt ên Îranê ne.
Aliyên lawaz; balafirên kevn, bingeha teknolojîk a sînordar, lawazî li hember serdestiya asmanî ya Îsraîlê aliyên lawaz ên Îranê ne.
Îsraîl
Aliyên bihêz; hêzên asmanî yên pêşketî (F-35, F-15, F-22), sîstemên parastina mûşekî yên bibandor (Asîmanê Hesinî, Barak), tankên teknolojiya bilind aliyên bihêz ên Îsraîlê ne.
Aliyên lawaz, hêza mirovî ya kêm, biçûkbûna cografyayê aliyên lawaz ên Îsraîlê ne.
Tevî ku Îran xwedî hêzeke mezin a mirovî û hin avantajên dine jî, Îsraîl bi serdestiya teknolojîk, kapasîteya hêzên asmanî û sîstemên parastina asmanî yên pêşketî derdikeve pêş.
Di êrişên asmanî û mûşekî de Îsraîl xwedî avantaj e lê mesafeya erdnîgarî û zehmetiyên lojîstîk êrişa bejahî ya Îranê zehmet dike.
Di encama operasyona "Rabûna Şêr” a dawî de ku Îsraîlê li dijî Îranê daye destpêkirin, Îsraîlê nîşan da ku serdestiya teknolojîk a Îsraîlê di şerê modern de çi qasî girîng e û dikare pêşiya hêza mirovî ya mezin bigire.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse