Îranê bersiv da angaştên Donald Trump ên li ser Kurdan

4 demjimêr berê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî, bertek nîşana daxuyaniyên rayedarên Amerîkayê yên li ser Kurdan da û diyar kir ku ew giringiyê nadin van nirxandinan.

Beqayî îro li bajarê Sineyê yê Rojhilatê Kurdistanê axivî.

Wî îdiayên îdareya Washingtonê yên bi rengê "bi rêya Kurdan ji xwenîşanderên li Îranê re çek hatine şandin" rexne kirin û got:

"Em bi tiştên ku biyanî li ser welatiyên me dibêjin re eleqedar nabin.

Em gelekî baş dizanin ku çi Kurd, Fars, Tirk an jî Belûç bin, hemû Îranî ji axa xwe hez dikin. Angaştên biyaniyan ên li ser vê mijarê ji bo me bêqîmet in."

"Miletê Îranê nas nakin"

Berdevkê Îranî anî zimên ku daxuyaniyên rayedarên Amerîkayê ji ber nenasîna civaka Îranê ne.

Wî destnîşan kir ku xelkê li parêzgeha Kurdistanê di warê ewlehiya sînoran û parastina welêt de xwedî roleke girîng e.

Beqayî ragihand ku gelê Kurd bi "hişmendiya siyasî û berxwedana xwe" li hemberî destwerdanên derve xwedî helwest e.

Bersiva ji bo daxuyaniyên Trump

Daxuyaniyên berdevkê Îranî piştî angaştên Donald Trump hatin.

Trump angaşt kiribû ku di dema xwenîşandanên li Îranê de bi rêya Kurdan çek hatine veguhastin.

Trump berê di daxuyaniyên xwe de gotibû, çekên ku wan şandine Îranê negihîştine destê xwenîşanderan û "Kurdan ew veşartine."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst