Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: 350 parêzerên ji 22 welatan dixwazin Ocalan bibînin

15-09-2022
RÛDAW
Nîşan PKK Abdullah Ocalan Îmralî Buroya Hiqûqê ya Sedsalê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ragihand, 350 parêzerên ji 22 welatên cîhanê ji bo hevdîtina bi rêberê PKKê yê girtî Abdullah Ocalan re serî li Wezareta Dadê ya Tirkiyê dane, ji bo ku li ser rewşa wî agahiyekê werbigrin.

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ku ku parêzerên wê parastina Rêberê PKKê yê girtî Abdullah Ocalan dikin, duh Çarşembê 14ê Îlona 2022an derbarê serlêdana 350 parêzerên ji 22 welatên cîhanê ya ji bo serdana Girtîgeha Îmraliyê û hevdîtina bi Ocalan re daxuyanî da.

Buroyê li ser hesabê xwe yê fermî yê Twitterê, lîsteya navê wan parêzeran ku daxwaza serdana bo Girtîgeha Îmraliyê û hevdîtina bi Ocalan re kirine, belav kiriye û ragihandiye, “Zêdetirî 17 mehan e tu agahî ji Ocalan û girtiyên din ên li Girtîgeha Îmraliyê nayên girtin.”

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ragihandiye, “Ji hemû welatên Ewropayê heta Awustralyayê, ji Afrîkaya Başûr heta Koreya Başûr, ji Hindistanê heta Amerîkayê, ji Bazîlyayê heta Japonyê 350 parêzer û saziyên hiqûqî serî li Wezareta Dadê dan; daxwaza hevdîtinê bi muwekilên me Abdullah Ocalan, Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş re kirine ku di şert û mercên tecrîdê yên mutleq de têne ragirtin û zêdetirî 17 meh in em xeber jê nagirin.”

Çi bibû?

Ji 22 welatan 350 parêzeran bi daxwaza hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serî li Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê dan.

Parêzer û hiqûqnasan têkildarî serlêdana xwe li Kulûba Çapemeniya Ewropayê ya li paytexta Belcîka Brukselê civîneke çapemeniyê li dar xistin.

Di civînê de derbarê rewşa Ocalan de ravekirin û agahî hatin dayîn.

Ji Baroya Parîs û Brukselê Georges Henri Beauthier di preskonferansê de ragihand: “Parêzer ji bo ku peyameke siyasî bidin ne li vir in. Li wir in ji bo ku muwkilên wan bikarin xwe îfade bikin.”

Selma Benkhelîfa ji Tora Hiqûqnasên Pêşverû ya Brukselê got, Tirkiyê “Abdullah Ocalan ji mafê hêviyê bêpar kiriye” û destnîşan kir, “DMMEyê biryar da ku 'mafê hêviyê' parçeyek ji mirovan e. Got hêviya her kesî heye ku azad bibe.  Ji bo Ocalan cezayê muebbetê yê giran hat dayîn. DMMEyê got ku divê her kes xwedî mafê hêviyê be. Divê dewlet pêvajoyeke ku mafê hêviyê binirxîne bimeşîne. Ger ev yek neyê kirin, bend 3 binpê dike. Mafê Ocalan ê hêviyê heye.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst