Artêşa Îsraîlê: Em dê dest bi bombebarankirina bakurê Xezeyê bikin

15-10-2023
RÛDAW
Nîşan Hemas Îsraîl
A+ A-

Hewêr (Rûdaw) - Berdevkê artêşa Îsraîlê careke din bangî Filistîniyan kir ku bakurê Xezeyê vala bikin.

Berdevkê Artêşa Îsraîlê Daniel Hagarî bi daxuyaniekê bangî Filistîniyan kir û got:

“Ev ji bo ewlehiya we ye. Em dê di demeke nêzîk de bi berfirehî Xezeyê bombebaran bikin.”

Berdevkê artêşa Îsraîlê Daniel Hagarî, Hemasê bikaranîna sivîlan wekî mertal tohmetbar dike.

Îsraîl ji nîvê şêniyên Xezeyê xwest berî ku dest bi êrişeke bejayî bike, ji herêmê derkevin.

“Hemas dixwaze we wek mertalên mirovî bi kar bîne”

Berdevkê artêşa Îsraîlê Daniel Hagarî herwiha da zanîn:

“Hemas dixwaze gel weke mertalên zindî bi kar bîne. Hamas dixwaze xelkê Xezeyê birîndar bibe, ji bo ku nîşanî cîhanê bide ku gel birîndar dibe û tê kuştin.

Em şêniyên bajarê Xezeyê han didin ku biçin başûr, aliyê din ê Newala Xezeyê. Hemas dixwaze we wek mertalên mirovî bi kar bîne. Ev ji bo ewlehiya we ye.

Em dê di demeke nêzîk de dest bi bombebarankirina Xezeyê bikin.”

“Me cenazeyê çend kesan ji Xezeyê vegerandin”

Berdevkekî din ê artêşa Îsraîlê Peter Lerner jî ragihand ku serbazên wan cenazeyên çend Îsraîliyan ji Xezeyê vegerandine ku tê gotin hinek ji wan dîlên di destê Hemasê de bûne.

Çekdarên Hemasê di êrişeke 7ê Çiriya Pêşîn de li derdora Xezeyê gelek Îsraîlî û kesên welatiyên du dewletan revandin.

Îsraîl dibêje herî kêm 126 kes ji aliyê Hemasê dîl hatine girtin.

Berî êrişa bejayî ya Îsraîlî ya li Xezayê, artêşa Îsraîlê ragihand ku serbazên wan ji bo vegerandina dîlan çend operasyonên biçûk encam dane.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst