Hewlêr (Rûdaw) - 406 penaberên Sûriyeyî îro ji Libnanê vegeriyan welatê xwe.
Ajansa Nûçeyan a Fermî ya Sûriyeyê (SANA) ragihand ku penaber bi rêya Deriyê Sînorî yê Cidêdit Yabousê derbasî Sûriyeyê bûne.
Li gorî SANAyê, ev veger di çarçoveya "programa vegera bi dilxwazî" de pêk tê.
Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) vê programê organîze dike.
9ê Çiriya Pêşîn a 2025an jî zêdetirî 160 penaberên din ên Sûriyeyî ji Libnanê vegeriyabûn Hims û Îdlibê.
Îsal 300 hezar kes vegeriyane
Li Libnanê zêdetirî 800 hezar penaberên Sûriyeyî li UNHCRê qeydkirî ne.
Li gorî amarên fermî yên Libnanê, ji destpêka îsal ve nêzîkî 300 hezar penaber vegeriyane welatê xwe.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse