Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump, piştî geşta xwe ya 3 welatên Rojhilata Navîn, bi peymanên bi bihatê zêdetirî 3 trilyon dolaran vegeriya welatê xwe.
Trump di navbera 13-16ê Gulanê de çû Qeter, Îmarat û Erebistana Siûdî û di serdanê de mijarên wekî veberhênan, bazirganiya çekan û peymanên parastinê bûn xalên sereke yên rojeva wî.
Hevdîtinên bi Ehmed Şer û peymana bi Erebistana Siûdî re
Trump li Riyadê ragihand ku ew dê li ser daxwaza Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Şahê Siûdî Mihemed bin Selman dorpêçên li ser Sûriyeyê rake.
Donald Trump li Riyadê bi Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer re civiya.
Her wiha Recep Tayyîp Erdogan bi rêya telefonê tevlî hevdîtina Şer û Trump bû.
Donald Trump piştî hevdîtina bi Ehmed Şer re got, "Kesekî ciwan, karizmatîk û xurt e û divê wisa be jî, dîrokeke wî ya zehmet heye ew şervanek e.”
Divê were gotin ku Amerîkayê di dema şerê navxwe yê Sûriyeyê de 10 milyon dolar xelat li ser serê Ehmed Şer danîbû.
Di vê serdanê de Amerîka û Erebistana Siûdî peymanên nêzîkî bi bihayê 600 milyar dolarî li ser mijarên wekî kirîna çekan, hevkariya enerjiyê, perwerdekirin leşkerên Siûdiyê îmze kirin.
1,2 trilyon dolar ji Qeterê
Serokê Amerîkayê piştî hevdîtinên li Riyadê berê xwe da Qeterê.
Qeter û Amerîkayê bi bihayê 1,2 trilyon dolarî peyman îmze kirin.
Li gorî daxuyaniya Koşka Spî, bi Qeterê re di warên parastinê, balafirvaniyê, enerjiyê û hwd. peyman hatine îmzekirin.
Trump ragihand ku Qeter dê bi bihayê 42 milyar dolaran çekan ji Amerîkayê bikire û dê ji bo bipêşxistina baregeha hewayî ya Amerîkayê El-Udeyd 10 milyar dolar veberhênanê bike.
Her wiha di navbera Qeter û Amerîkayê de peymaneke ku firotina balafir û motorên balafirên Boeing û GE Aerospace ji bo Qatar Airways jî hatin îmzekirin.
Bihayê peymanên balafir û motoran 243,5 milyar dolar bûye.
Li aliyê din Qeterê, balafireke Boeing 747-8 ku bihayê weê 400 milyon dolar e û di medyaya Amerîkayê de wekî "Qesra ku difire" tê binavkirin wekî diyarî da Trump.
Îmarat dê bi bihayê 1,4 trilyon dolarî li Îmaratê veberhênanê bike
Rawestgeha dawî ya Trump Îmarata Erebî bû. Trump li Ebû Dabiya paytexta Îmaratê ji aliyê Serokê Îmaratê Mihemed Bîn Zayed Al Nahyan ve hat pêşwazîkirin.
Bi peymanên Îmarat û Amerîkayê re Îmarat dê bi bihayê 1,4 trilyon dolarî li Amerîkayê veberhênanê bike
Peymanên Îmarat û Amerîkayê li ser hişê çêkirî, pêşxistina teknolojiya zanistê ne.
"Serdaneke mezin û serkeftî bû"
Sekretera Rojnamegeriyê ya Koşka Spî Karoline Leavittê ji ser hesabê Xê li ser ziyareta Trump a Kendavê got, “ziyaret mezin û serkeftî bû.”
Leavittê her wiha got:, "Serdana fermî ya yekem a Serok Trump a derveyî welat gelekî serkeftî bû, tijî peymanên mezin ên ji bo Amerîkayê bû!”
Li gorî gotina Karoline Leavittê ev peyman rê ji bo paşerojeke aramtir û dewlementir vedike.
Trump piştî serdana xwe ya çarrojî, bi peymanên nêzîkî 3,2 trilyon dolarî vegeriya welatê xwe.
Di ziyareta Trump a Kendavê de hîn nûçeyeke erênî ji dan û standinên agirbestê û pevguhertina dîlan ên di navbera Hamas û Îsraîl de li Xezayê nehat.
Li aliyê din, di geşta Trump de, peyamên wî yên derbarê dan û standinên aştiyê yên di navbera Rûsya û Ukraynayê de ku li Stenbolê bi mazûvaniya Tirkiyeyê pêk tên û îhtimala serdana wî ya Tirkiyeyê jî bi meraq dihat şopandin.
Trump tekez kir ku ew ji bo bidawîbûna şerê Rûsya-Ukraynayê dixebitin û di demeke herî guncav û nêzîk de dê bi Serokê Rûsyayê Vladimir Putin re bicive.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse