Hewlêr (Rûdaw) - Îranê xwest ku Îsraîlî ji welatê xwe derkevin û Kanal 12 û Kanal 14 werin valakirin.
Televîzyona Dewletê ya Îranê daxuyaniya Hêzên Çekdar belav kir ku hişyariyê dide Îsraîliyan û televîzyonên Kanal 12 û Kanal 14ê.
Di daxuyaniyê de hat gotin, “Axa di bin dagirkeriyê de terk bikin da ku hûn karibin bijîn.”
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz îro gotibû, “Em plana wê dikin ku êrişî navenda sereke ya Televîzyona Dewletê ya Îranê bikin.”
Îsraîlê piştî wê daxuyaniyê, li Tehranê êrişî Televîzyona Dewletê ya Îranê kir.
Ev êriş dema ku weşana zindî berdewam dikir pêk hat.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse