Katz: Heke agirbest têk here ji bo Hemasê planeke berfireh amade bikin

16-10-2025
Nîşan Îsraîl Hemas Israel Katz
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hat ragihandin ku Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz ferman daye artêşa Îsraîlê ku heke agirbesta li Xezeyê têk here, ji bo li dijî Hemasê "planeke berfireh were amadekirin."

Li gorî nûçeyên medyaya Îsraîlê, Katz bi Serokerkanê Giştî Eyal Zamir û generalên payebilind re civiyaye.

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê ferman daye artêşê ku "heke Hemas dev ji bicihanîna plana agirbestê berde û êriş ducare dest pê bikin, ji bo têkbirina Hemasê ya bi temamî planek were amadekirin."

Katz anî ziman ku plana Serokê Amerîkayê Donald Trump bêçekkirina Xezeyê li xwe digire û diyar kir ku Îsraîl jî dê bi hêza navneteweyî ya di bin serokatiya Amerîkayê de ji bo tunekirina tunelên li Xezeyê bikeve tevgerê.

Katz got, heke Hemas rêkeftinê red bike dê Îsraîl bi hevahengiya Amerîkayê ducare dest bi êrişan bike.

Agirbesta li Xezeyê

Serokê Amerîkayê Donald Trump, 9ê Çiriya Pêşîn ragihandibû ku Îsraîl û Hemasê di dan û standinên li Misirê de qonaxa yekem a plana agirbestê pesend kiriye.

Rêkeftin li Misirê hat îmzekirin û bi erêkirina hikûmeta Îsraîlê 10ê Çiriya Pêşîn ket meriyetê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst