Sererkanê Husiyan di êrişeke Îsraîlê de hat kuştin

16-10-2025
RÛDAW
Nîşan Mihemed Xemarî Husî Îsraîl
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Husiyên Yemenê yên nêzîkî Îranê ragihand ku Sererkanê wan di êrişeke Îsraîlê de hatiye kuştin û ew gefa tolhildanê dixwin.

Di daxuyaniyeke leşkerî ya Husiyan de hat gotin ku Mihemed Xemarî "di şerekî bi rûmet de li dijî Îsraîla dijmin" hatiye kuştin lê ti hûrgiliyên zêdetir nehatin dayîn.

Mirina Mihemed Xemarî çend roj piştî ragihandina agirbesta şerê li Xezeyê hat ragihandin ku di wê demê de Husiyan gelek caran êrişî hedefên Îsraîlê û keştiyên bazirganiyê yên li Deryaya Sor kiribûn.

Di daxuyaniya Husiyan de hat gotin ku Xemarî li gel hevalên xwe û kurê xwe yê 13 salî hatiye kuştin lê dîroka êrişê nehatiye diyarkirin.

Artêşa Îsraîlê ragihandibû ku baregeha Sererkanê Husiyan a li Senayê yek ji hedefên êrişên mezin ên asmanî yên Îsraîlê yên dawiya meha Îlonê bûye.

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz doh di parvekirineke xwe ya li ser Xê de ragihand ku Xemarî "ji ber birînên xwe miriye" ku di êrişeke dawiya meha Tebaxê de birîndar bûbû.

Di heman êrişê de serokwezîrê Husiyan û nîvê kabîneya wî hatibûn kuştin.

Husiyan di daxuyaniya xwe de tekez kir:

"Şerê bi dijmin re bi dawî nebûye û dijminê siyonîst (Îsraîl) dê ji ber tawanên ku kiriye, cezayê xwe bibîne."

Husiyên ku beşek in ji "Eniya Berxwedanê" ya Îranê ya li dijî Îsraîl û Amerîkayê, di dema şerê Xezeyê de êrişî berjewendiyên Îsraîl û Amerîkayê kir.

Husiyan ragihand ku wan di dema êrişên xwe de 758 operasyonên leşkerî pêk anîne û hezar û 835 mûşek û dron bi kar anîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst