Enqere (Rûdaw) - Li Enqereyê yek ji mijara herî zêde tê axavtin mijara mekanîzmaya bêçekkirina PKKyê ye.
Gelek alî di wê baweriyê de ne ku lazim nake aliyekî sêyem di vê mijarê de beşdar be.
Serokê Navenda Lêkolînên Stratejîk SDEyê Sînan Tavukcu jî dibêje “Tirkiye, Îraq, Herêma Kurdistan û hikûmeta Şamê dikarin bi komisyonên hevbeş pêvajoya bêçekkirina PKKyê bimeşînin.
Piştî biryara xwefesixkirinê ya PKKyê niha jî behsa mekanîzmayên bêçekkirina PKKyê tê kirin.
Her çend destpêka pêvajoyê wekî alî û çavê sêyem di serî de behsa Neteweyên Yekbuyî û çend aliyan dihat kirin jî lê derdorên nêzikî hikumetê behsa avakirina komisyonên hevbeş ên di navbera Îraq, Herêma kurdistanê û Sûriyeyê de dikin û dibêjin pêwîstî bi aliyekî din nake.
“Di navbera Hewlêr û Enqereyê de nêrineke hevbeş heye”
Serokê SDEyê Sînan Tavukcu ji Rûdawê re got:
“Ez dizanim ku gelek qonaxên pêvajoyê bi rêkevtinên li gel Hewlêrê tên meşandin.
Jixwe yên ku mijarê dişopînin jî vê yekê dizanin. Di navbera Hewlêr û Enqereyê de gelek lihevkirinên cidî hene.
Lê dibe ku hinek nêrînên cuda hebin lê wekî helwesta bingeh ji bo herêm ji terorê were paqijkirin û parastina aramiyê di navbera herdu aliyan de nêrineke hevbeş heye.”
Nunerê Yekgirtuya Îslamî ya Kurdistanê yê Tirkiyeyê jî behsa giringî û rola Herêma Kurdistan û Îraqê dike û bi dîtina wî Herêma Kurdistanê ji destpêkê û heta niha aliyekî agahdar û xwedî rola herî mezin yê pêvajoyê bûye.
“Rola Herêma Kurdistanê di pêvajoya aştiyê de rolekî esasî ye”
Nunerê Yekgirtuya Îslamî ya Kurdistanê yê Tirkiyeyê Dr. Loqman Baskederî got:
“Rola Herêma Kurdistanê di pêvajoya aştiyê de rolekî esasî ye û cihê destxweşiyê ye.
Hem wekî hikûmet hem jî wekî serkirdeyên siyasî berdewam bûne ku rolekê berbiçav bibînin û cihê keyxweşiyê ye jî ku cîhên pêwendîdar guh li Herêma Kurdistanê digirin.”
Li gorî çavkaniyên nêzikî hikûmeta Tirkiyeyê dezgeha îstixbaratê, Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê ji bo bêçekkirina PKKyê nexweşereyekê diyar bikin dixebitin.
Tê gotin ê rojên pêşiya em komisyonên taybet ji bo vê armancê bêne avakirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse