Li parlamentoya Iraqê li dijî Tirkiyê îmze tên komkirin

18-06-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Iraqê, fraksiyona Sadiqûn a ser bi Esayibî Ehlî Heq ve îmzeyên parlamenteran kom dike û dixwaze parlamento civîneke awarte li ser operasyonên Tirkiyê ên li ser axa Başûrê Kurdistanê pêk bîne.

Fraksiyona Sadîqûn nivîsek daye Serokê Parlamentoya Iraqê û têde gotiye ku Tirkiye berdewam serweriya welatê wan binpê dike, xwîna xelkê wan dirijîne û qeza û gundên wan bombebaran dike û êrişa dawî jî li qezaya Şingal pêk hatiye ku bûye sedema mirina 4 kesên sivîl.

Fraksiyona Sadiqun daxwazê ji parlamentoyê dike ku civîneke awarte bi amadebûna Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar û fermandarên serbazî rêk bixe.

Her li ser vê mijarê îro Endamê Komîteya Asayiş û Bergiriyê li parlamentoya Iraqê Wehdî Qedo ji Rûdawê re ragihandiye ku, hejmareke zêde ya parlamenteran îmzeya xwe li bin daxwaza fraksiyona Sadiqun danîne, daxwaz jî pêşkêşî serokê parlamentoyê kirine û li hêviya rizamendiya serokê parlamentoyê ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst