Îsraîl: Me li Tehranê êrişî tesîsa hilberîna santrifûjan kir

18-06-2025
RÛDAW
Nîşan Îran Îsraîl Santrifûj Bombebaran Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Îsraîlê îdia kir ku wê li Tehrana paytexta Îranê êrişeke asmanî biriye ser tesîseke hilberîna santrîfûjan.

Di daxuyaniya ku ji aliyê Artêşa Îsraîlê ve hat dayîn de, hat îdiakirin ku li Îranê gelek tesîsên hilberîna çekan jî hatine hedefgirtin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di nava çend saetên dawî de bi zêdetirî 50 balafirên şer li Tehran û derdora wê "rêze êrişên li ser bingeha îstixbaratê" hatine pêkanîn û hat destnîşankirin ku li paytexta Îranê tesîsa hilberîna santrîfûjan a ku di dewlemendkirina ûranyûmê de tê bikaranîn, hatiye hedefgirtin.

Di vê çarçoveyê de hat destnîşankirin ku li ser tesîseke ku tê de madeyên xam û pêkhateyên ji bo montaja mûşekên bejayî-bejayî yên girêdayî kapasîteya mûşekî ya Îranê tên hilberandin, tesîseke ku pêkhateyên mûşekên parastina asmanî hildiberîne û hin tesîsên din ên hilberîna çekan, êriş hatine pêkanîn.

Şerê Îran û Îsraîlê

Îsraîlê 13ê Hezîranê, di serî de tesîsên nukleerî yên li bajarên cuda yên Îranê, êrişên berfireh li ser fermandariya payebilind a artêşê jî lidar xist.

Hat ragihandin ku di êrişan de Sererkanê Îranê, Fermandarê Giştî yê SupayaPasdarên, hin fermandarên payebilind û 9 zanyarên nukleerî hatine kuştin, û hejmara giştî ya qurbaniyên sivîl jî herî kêm 224 kes e.

Her wiha hat ragihandin ku di êrişa tolhildanê ya artêşa Îranê de ku bi mûşekên balîstîk li dijî Îsraîlê pêk anî, herî kêm 24 kes hatine kuştin û zêdetirî 500 kes jî birîndar bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst