Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Îsraîlê ragihand ku Îranê bi mûşekan êriş kir û ew jî dê bêyî ku dema êrişê diyar bikin bersiva wan mûşekên Îranê bidin.
Piştî ku çapemeniya Îsraîlê ragihand ku dê agirbesta Trump di nava çend saetan de têkeve rewacê, 6 pêlên êrişên hatin kirin.
Di êrişan de derdora 15 mûşekên balîstîk hatin avêtin.
Artêşa Îsraîlê di daxuyaniyekê de got, “Hat tesbîtkirin ku mûşek ji Îranê ber bi Îsraîlê ve hatin avêtin û li gelek herêmên Îsraîlê zengilên hişyariyê hat lêxisin.”
Yek ji wan mûşekan li bajarê Bêrşêvayê li avahiyeke 7 qatî ket.
Dezgeha Alîkariya Lezgîn a Neteweyî ya Îsraîlê ragihand ku ji ber mûşekan Îranê zerer li bajarê Beerşebeyê yê li başûrê wêlet gihiştiye çend avahiyan.
Divê were gotin ku Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihandibû ku agirbesta di navbera Îsraîl û Îranê de îro sibehê dest pê kiriye û Tehran dê operasyonên xwe rawestîne.
Ev êrişa mûşekî ya nû çend saetan piştî daxuyaniya Donald Trump a derbarê agirbesta di navbera Îran û Îsraîlê de pêk hat.
Li aliyê din Medyaya Îsraîlê ragihand ku 5 pêlên êrişê yên Îranê beriya saet 07:00ê ku agirbesta Trump ragihandibû bikeve rewacê, pêla dawî ya êrişa mûşekên balîstîk jî piştî ku agirbest kete rewacê pêk hat.
Artêşa Îsraîlê diyar kir ew dê bêyî ku dema êrişê diyar bikin bersiva wan mûşekên Îranê bidin.
Tevî ku Trump behsa lihevkirina qonax bi qonax kiribû, Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî red kir ku ti rêkeftin hatibe kirin lê mercek danî û got:
“Eger Îsraîl êrişên xwe rawestîne, wê demê Îran dê bersivdana xwe bide sekinandin.”
#VÎDEO - Îranê vê sibehê bi mûşekên balîstîk êrişî bajarê Beerşebayê yê li başûrê Îsraîlê kir
— RudawKurdi (@RudawKurdi) June 24, 2025
🛑 Serwîsa alîkariyên bilez a Îsraîlê ragihandi ku di vê êrişê de 4 kes mirine
🛑 Mûşek li hinek avahiyên bajêr ketine
#Israel #Iran #iranisraelwar #Tahran #طهران #TelAviv… pic.twitter.com/tajSj51yW9
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse