Pêleke nû ya êrişên Îranê dest pê kir

14-06-2025
RÛDAW
Nîşan Îran Îsraîl Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Medyaya fermî ya Îranê ragihand ku Îran bi mûşekan êrişî Îsraîlê dike.

Wezareta Parastinê ya Îsraîlê jî piştrast kir ku êrişa Îranê dest pê kiriye.

Artêşa Îsraîlê ji xelkê xwest ku xwe berde stargehan.

Artêşa Îsraîlê û çapemeniya Îranê ragihand ku ji Îranê li hemberê Îsraîlê êrişên nû yên mûşekî hatine destpêkirin.

Televîzyona dewletê ya Îranê da zanîn ku Îranê, wekî bersivdana êrişan, li ser Îsraîlê ji nû ve dest bi êrişên mûşekên balîstîk kiriye.

Hat ragihandin ku mûşek ji Tehran û Şîrazê hatine avêtin.

Artêşa Îsraîlê jî daxuyand ku sîstemên parastina asmanî hewl didin pêşî li wan mûşekên ku ji Îranê tên avêtin bigirin.

Tê xwestin ku dema alarm lêdixe, gel bikeve cihekî parastî û heta fermana duyemîn li wir bimîne.

Demeke kin beriya vê daxuyaniyê, ferman ji her kesî li seranserê welêt re hatibû dayîn ku ji stargehan dûr nekevin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Dema alarm lêdixe, bikevin cihekî parastî û heta ku agahdariyeke fermî neyê belavkirin li wir bimînin."

Ji aliyekî din ve, hat ragihandin ku li Urdinê jî sîren lê didin.

Pevçûna ku bi êrişên tund ên Îsraîlê li ser Îranê dest pê kir

Îsraîlê, di 13ê Hezîranê de êrişên berfireh pêk anîn ku di serî de tesîsên nukleerî yên li bajarên cuda yên Îranê û her wiha fermandariya pilebilind a artêşê jî kiribûn hedef.

Di êrişan de Sererkanê Giştî yê Îranê, Fermandarê Giştî yê Pasdarên, hin fermandarên pilebilind û 9 zanyarên nukleerî hatin kuştin û hejmara giştî ya qurbaniyên sivîl jî wekî 78 kes hat ragihandin.

Hat ragihandin ku di êrişa tolhildanê ya artêşa Îranê ya bi mûşekên balîstîk li dijî Îsraîlê de, 3 kes hatine kuştin û 172 kes jî birîndar bûne.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst