Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Îsraîlê ragihand ku wan doh şev 30 dronên Îranê îmha kirine ku ji Îranê ber bi Îsraîlê ve hatibûn şandin.
Di daxuyaniya artêşê de hat ragihandin ku doh şev wan 30 dronên Îranê ên ji welatî ber bi Îsraîlê ve hatine şandin asteng xistin.
Hat îdiakirin ku piraniya dronan berî ku bigihêjin sînorên Îsraîlê hatine îmhakirin û çend ji wan jî li ser Girên Golanê hatine xistin.
Her wiha dîmenên wê yekê jî hatin parvekirin ku tê de helîkoptereke Îsraîlê, yek ji wan dronan ku tê îdiakirin ji Îranê hatiye avêtin, îmha dike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse