Îsraîl: Em dê baregehên Hikûmeta Îranê wêran bikin

18-06-2025
RÛDAW
Nîşan Israel Katz Îsraîl Îran Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz got ku ew dê di demek nêz de êrişî armancên din ên li Îranê bikin û "em dê baregehên Hikûmeta Îranê wêran bikin."

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz îro derbarê şer li ser tora civakî ya Xê daxuyaniyek belav kir.

Israel Katz got, "Baregehên hikûmetê yên li Îranê dê rastî bombebaran û wêrankariyê bên, me ji saziya weşana fermî dest pê kiriye û di demek nêz de em dê êrişî armancên din jî bikin."

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê her wiha got, "Bi vî awayî dê rejîm birûxe."

Artêşa Îsraîlê ragihand ku bi mebesta armanckirina binesaziya leşkerî ya Îranê, wan zincîreyek êrîş biriye ser rojhilatê Tehranê.

Medyaya Supaya Pasdaran jî bombebarankirina Zanîngeha Leşkerî ya Îmam Huseyîn a li Tehranê piştrast kir, ku avahiya wê ya serekî dikeve bakurê rojhilatê bajêr.

Artêşa Îsraîlê îro ragihand ku wê 50 firokeyên leşkerî yên wî welatî êrişî Îranê kiriye.

Di êrişan de kargeha çêkirina mûşekan û berhemanîna sentrîfujan kirine armanc.

Berbangê 13ê Hezîrana 2025an, Îsraîlê êrişî hejmarek binkeyên leşkerî û atomî yên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê kir.

Di encama wan êrişan de gelek fermandarên leşkerî û zanyarên atomî yên wî welatî hatin kuştin.

Îranê wekî bersiva êrişê, operasyoneke bi navê "Soza Rast 3" li dijî Îsraîlê ragihand û bi çend qonaxan bi mûşekan êrişî wî welatî kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst