DOHA - Pakistan û Efxanistanê li ser agirbestê li hev kir

19-10-2025
RÛDAW
Nîşan Pakistan Efxanistan Qeter Tirkiye Şer Agirbest
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Pakistan û Efxanistan li Dohaya paytexta Qeterê li ser "agirbesteke demildest" li hev kir.

Ev pêşhat piştî wê yekê hat ku doh di êrişên asmanî yên Pakistanê de herî kêm 10 sivîlên Efxan mirin û agirbesta ku berê di navbera her du welatan de hatibû ragihandin têk çû.

Li ser sînor şer û pevçûn zêde bûbûn

Zêdetirî hefteyekê bû ku li ser sînorê Pakistan û Efxanistanê şer û pevçûnên dijwar çêdibûn.

Ji dema ku Talîbanê sala 2021ê hat ser desthilatê, pêywendiyên di navbera her du welatan de di yek ji serdemên xwe yên herî aloz re derbas dibin.

Agirbesta kurt a 48 saetî ya ku berê hatibû ragihandin, piştî kuştina 10 leşker û sivîlan bi dawî bûbû.

Êrişên asmanî yên roja înê agirbest bi temamî bi dawî anî û Qeterê dest bi hewlên navbeynkariyê kir.

Wezareta Karên Derve ya Qeterê roja yekşemê di daxuyaniyekê de got:

"Her du alî li ser agirbesteke demildest û avakirina mekanîzmayeke aştiya mayînde li hev kir."

Serokê MÎTê jî beşdarî hevdîtinan bû

Li gorî çavkaniyên ewlehiyê, hevdîtin bi navbeynkariya Tirkiyeyê û mazûvaniya Qeterê hatin kir.

Bi fermana Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, Serokê Saziya Îstixbarata Tirkiyeyê (MÎT) Îbrahîm Kalin jî beşdarî dan û standinan bû.

Di civînên Dohayê de berpirsên payebilind ên Efxanistan û Pakistanê civiyan.

Di hevdîtinên ku serokên îstixbaratê û wezîrên parastinê yên her du welatan jî amade bûn de, dirêjkirina agirbesta heyî û çareserkirina şer û pevçûnên sînorî hatin gotûbêjkirin.

Berdewamiya agirbestê dê li Stenbolê were gotûbêjkirin

Di dawiya dan û standinên ku nêzîkî 14 saetan ajotin de biryar hat dayîn ku civîna yekem a komîteya teknîkî ya ku dê çavdêriya bicihanîna agirbestê bike, li Stenbolê were lidarxistin.

Tê plankirin ku di civînê de li ser mijarên wekî têkoşîna li dijî terorê, koçberî û ewlehiya sînoran gav werin avêtin.

Wezîrê Parastinê yê Pakistanê Xawaja Asif rêkeftin piştrast kir û ragihand ku ew dê 25ê mehê li Stenbolê careke din bicivin.

Asif li ser hesabê xwe yê medyaya civakî anî ziman:

"Êrişên terorî yên ku ji axa Efxanistanê li dijî Pakistanê tên kirin dê demildest bên rawestandin.

Her du welatên bira dê rêzê li serweriya hev bigirin."

Efxanistanê jî rêkeftin piştrast kir

Berdevkê hikûmeta Efxanistanê Zebîhullah Mucahîd jî rêkeftin piştrast kir û da zanîn:

"Her du welat dê li hemberî hev ti çalakiyên dijminane nekin û piştgiriyê nedin komên terorîst."

Wezîrên parastinê yên her du welatan piştî îmzekirina rêkeftinê wêneyên xwe li ser platforma medyaya civakî Xê parve kirin.

Li ser xeta sînor alozî didome

Pakistan ji dema vegera Talîbanê ya ser desthilatê ve ji zêdebûna êrişên çekdarî yên li herêmên sînorî gilî dike.

Birêvebiriya Îslamabadê diyar kir ku êriş ji aliyê çekdarên Tehrîk-î Talîban Pakistan (TTP) ên li Efxanistanê ve tên kirin.

Birêvebiriya Talîbanê jî van tohmetan red dike.

Bûyerên tundûtûjiyê yên ku ji 11ê mehê ve berdewam dikin, rasterast piştî serdana Wezîrê Karên Derve yê Efxanistanê Emîr Xan Muteqî ya Hindistanê zêde bûn.

Hat ragihandin ku artêşa Pakistanê şeva 18ê mehê li parêzgeha Paktîkayê êrişî 3 herêman kiriye.

Li gorî çavkaniyên xwecihî, di êrişan de 10 sivîl ku di nav de 2 zarok û 3 lîstikvanên krîketê jî hene hatine kuştin û 12 kes jî birîndar bûn.

Rola navbeynkariyê ya Tirkiye û Qeterê

Ev pêşhat wekî berdewamiya hewlên navbeynkariya dîplomatîk ên Tirkiyeyê yên di navbera Efxanistan û Pakistanê de ye.

Li Stenbolê 11ê mehê di navbera serokên îstixbaratê yên Tirkiye, Pakistan û Qeterê de hevdîtineke sêalî hatibû kirin û di heman demê de bi rayedarên Efxanistanê re jî pêywendî hatibû danîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst