Sûdanî û Mezlûm Ebdî axivîn: Divê rê li ber terorîstan were girtin

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Mihemed Şiya Sûdanî Mezlûm Ebdî DAIŞ
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî pêwendiyeke telefonî pêk anî.

Sûdanî tekezî li ser rêlibergirtina "revîna çekdarên DAIŞê" ya ji girtîgehan û parastina mafên hemû pêkhateyên Sûriyeyê kir.

Ofîsa Ragihandinê ya Serokwezîrê Îraqê îrp ragihand ku Mihemed Şiya Sûdanî bi Mezlûm Ebdî re axiviye.

Li gorî daxuyaniyê, di pêwendiyê de rewşa Sûriyeyê û rûdanên ewlehiyê yên dawî û bandora wan a li ser ewlehî û aramiya Îraq û herêmê hatin gotûbêjkirin.

“Pêdivî bi diyalogê heye”

Mihemed Şiya Sûdanî tekezî li ser "pêkanîna diyalogê di vê qonaxa hestiyar de" kir, bi awayekî ku "mafên hemû pêkhateyên Sûriyeyê bên misogerkirin û yekparçeyî û ewlehiya welêt bê parastin."

Pirsa girtîgehan û metirsiya DAIŞê

Li gorî ofîsa Sûdanî mijareke din a sereke ya pêwendiyê taybet bi pirsa girtîgehan bû.

Sûdanî li ser vê mijarê got, “Divê rê were girtin ku terorîst derfeta reva ji girtîgehan bibînin û metirsiyê li ser ewlehî û aramiya Sûriye, Îraq û hemû herêmê çêkin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst