Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî ragihand ku yek ji rêberên payebilind ên DAIŞê Abdullah Mekî Muslîh Rafî hat kuştin.
Li gorî zanyariyên Abdullah Mekî Muslîh Rafî bi rêya operasyoneke taybet a Dezgeha Îstîxbarata Neteweyî ya Îraqê hat kuştin.
Mihemed Şiya Sûdanî ji ser hesabê xwe yê Xê de diyar kir ku operasyon bi hevahengiya Fermandariya Hevpar a Operasyonan a Îraqê û Hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî hatiye kirin.
Serokwezîrê Îraqê ragihand ku Abdullah Mekî Muslîh Rafî yê ku di nava DAIŞê de wekî "Alîkarê Xelîfe" û "Waliyê Îraq-Sûriyeyê" tê naskirin, "yek ji terorîstên herî xeternak ên Îraq û cîhanê" bû.
Hat ragihandin ku Abdullah Mekî berpirsê operasyonên DAIŞê bû û biryarên giring û stratejîk ên rêxistinê jî ji aliyê wî ve dihatin standin.
Abdullah Mekî sala 2023yan ji aliyê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ve di "lîsteya terorê" de hatibû bicihkirin û nasname û tevgerên wî yên bi sînor dijwariyeke mezin ji bo saziyên îstîxbaratê pêk dianî.
Hikûmeta Îraqê agahiyên li ser cihê ku operasyon lê hatiye kirin û hûrgiliyên operasyonê parve nekirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse