Îranê dest bi êrişeke nû ya mûşekî ya li Îsraîlê kir

20-06-2025
RÛDAW
Nîşan Îran Îsraîl Şer Beerşeba
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Îsraîlê diyar kir ku Îranê çend mûşekê ber bi Îsraîlê ve şandine.

Artêşa Îsraîlê ragihand, wan xwe ji bo teqandina çend mûşekên ku ji Îranê hatine şandin amade kiriye û zengê hişyariyê jî hatiye lêdan.

Îranê bi çend mûşekên balîstîk êrişî bajarê Beerşebayê yê li başûrê Îsraîlê kiriye.

Mûşekek li malekê ketiye û li gorî vîdeoyên ku li ser toren civakî hatine belavkirin, agir bi wê malê ketiye û dûxaneke zêde jê bilind dibe.

Kanala 12an a Îsraîlê ji zarê berpirsên Birêvebiriya Hawarçûnê ya Îsraîlê ragihand:

“Ji ber êrişa vê sibehê ya Îranê 5 kes birîndar bûne û derûniya 30 kesî jî têk çûye û di şokê de ne.”

Şerê Îran û Îsraîlê derbasî hefteya duyem dibe.

Îran mûşekên cuda û bihêztir dişîne Îsraîlê û Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu jî gefa jinavbirina mûşek û bernameya atomî yên Îranê dixwe.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu diyar kir ew dikarin şert û mercan ji xelkê Îranê re ava bikin lê serîhildan erkê gelê Îranê ye.

Serokwezîrê Îsraîlê li ser şerê Îran û Îsraîlê bersiva da pirsên rojnamegeran.

Netanyahu amaje bi wê yekê jî kir ku mimkine Îsraîl şert û mercan biafirîne da ku xelkê Îranê serî hilde.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst