Rêberê Durziyên Îsraîlê bangî Trump kir: Durziyên Sûriyeyê biparêze

21-07-2025
Nîşan Siwêda Durzî Sûriye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêberê civaka Durziyan a Îsraîlê Şêx Muwefeq Tarif ji Serokê Amerîkayê Donald Trump re peyamek şand û jê xwest ku Durziyên li parêzgeha Siwêdayê ya li başûrê Sûriyeyê biparêze.

Li gorî nûçeyên medyaya Îsraîlê, Tarif daye zanîn ku li Siwêdayê komkujî heye.

Tarif di peyama xwe ya ku bi rêya Balyozê Amerîkayê yê Tel Evîvê ji Trump re şand de daxuyand ku "komên çekdar ên radîkal" êrişî xelkê sivîl ê Durzî dikin û ji Serokê Amerîkayê xwest ku Durziyan biparêze.

Tarif anî ziman ku divê bûyerên li Siwêdayê wekî binpêkirina mafên bingehîn û sûcên li dijî mirovahiyê bên dîtin û got ku dê bêdengiya Amerîkayê cihê nîgeraniyê be.

Pevçûnên li Siwêdayê

Li Siwêdayê 13ê Tîrmehê di navbera Erebên Bedewî û hinek komên Durzî de pevçûnên çekdarî derketin.

Hêzên ewlehiyê yên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê yên ku çûn bajêr jî tevlî şer bûn.

Artêşa Îsraîlê 16ê Tîrmehê li Şamê êrişî avahiya Serokkomariya Sûriyeyê, Sererkaniya Giştî û Wezareta Parastinê kir.

Pişt re hêzên Şamê ji Siwêdayê vekişiyan lê bi hezaran çekdarên eşîran ji derve ji bo piştgiriya Erebên Bedewî çûn herêmê.

Birêvebiriya Sûriyeyê 19ê Tîrmehê careke din hêzên ewlehiyê li Siwêdayê bi cih kirin û derketina çekdarên Bedewî û eşîran ji bajêr misoger kir.

Tê texmînkirin ku ji 13ê Tîrmehê ve di pevçûnan de bi sedan çekdar û sivîl hatine kuştin.

Li gorî SOHRê, di şer û pevçûnan de hejmara kuştiyên ji hemû aliyan gihiştiye 1120 kesî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst