Hewlêr (Rûdaw) - Agirbesta ku li parêzgeha Siwêdayê ya li başûrê Sûriyeyê hatiye ragihandin, tenê li ser kaxezê maye.
Rewangeha Sûriyeyê ya Mafên Mirovan (SOHR) ragihand di nava 10 rojan de 1265 kes hatine kuştin.
Li parêzgehê kuştin, şkence û talan berdewam dike û mirov li ser nasnameya xwe ya mezhebî tên hedefgirtin, di heman demê de hemû alî hevdu bi van tawanan tometbar dikin.
Tevî ragihandina agirbestê jî binpêkirinên li dijî mafên mirovan di asta herî bilind de berdewam dikin.
Tundiyê rengekî tayifî yê tund wergirtiye û krîza mirovî her ku diçe kûrtir dibe.
“Bi mantiqa hûn Durzî ne, hûn kafir in nêzîkatî kirin”
Çalakvana sivîl û rojnamger Huda El-Mihêthawî ya ji Siwêdayê, li ser rewşê wiha axivî:
“Komên ku derbasî Siwêdayê bûn, mixabin, bi lojîka dexistin û talanê derbas bûn.
Hemû tiştên ku hebûn, ji mal û milkan û firoşgehan, çi tiştê ku wan di rêya xwe de dît, ji bo wan xenîmet bû.
Tişta ku jê sûd wernegirtan ew wêran dikirin. Dîmenên ku li Nexweşxaneya Niştimanî ya Siwêdayê ji min re hatin vegotin, bi rastî bes bûn.
Mixabin bi mantiqa ‘Hûn Durzî ne, hûn kafir in û hûn beraz in’ nêzîkatî kirin. Lewma ez dibêjim, ew kom nehatin şandin lê belê bi ser Siwêdayê de hatin berdan.”
Ji ber zêdebûna tundiyê Tîmên Parastina Sivîlan malbatên Bedewî ji Siwêdayê vediguhêzin Deraayê û alîkariyên mirovî pêşkêşî wan dikin.
“Em malbatan vediguhêzin cihên ewletir”
Rêveberê Parastina Sivîlan a Sûriyeyê yê Deraayê Şadî El-Hesen jî got:
"Bi îzna Xwedê, ev karwanê yekem e û dê karwanên din jî li pey bên. Em amadekariyan dikin ji bo sivîlên ku di bin dorpêçê de ne û li nav bajarê Siwêdayê asê mane, da ku wan li cihên ewletir bi cih bikin û alîkariyên mirovî pêşkêşî wan bikin.
Em hêvî dikin rewş di zûtirîn dem de baş bibe û bajarê Siwêdayê vegere wekî berê.
Her wiha, bi îzna Xwedê, ewlehî û aramî vegere tevahiya vê parêzgehê."
Rewangeha Sûriyeyê ya Mafên Mirovan (SOHR) da zanîn ku ji 13ê Tîrmehê heta 22ê Tîrmehê, hejmara kuştiyan ji hemû aliyan li Siwêdayê gihiştiye 1265 kesan.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse