QAHÎRE - Mesrûr Barzanî pitşî hevdîtina bi Sîsî re çû Keleha Selahedîn

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Mesrûr Barzanî Misir Ebdulfetah Sîsî Keleha Selahedîn Qahîre
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Qahîreyê bi Serokkomarê Misirê Ebdulfettah Sîsî re civiya û tekezî li ser bipêşxistina pêwendiyan di warên veberhênan û bazirganiyê de hat kirin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê her wiha piştî hevdîtina bi Sîsî re Keleha Selahedînê Kurdî (Eyûbî) jî kir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî doh bi serdaneke fermî çûbû Misirê.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand ku Serokkomarê Misirê Ebdulfettah Sîsî li Koşka Komariyê ya li Qahîreyê pêşwaziya Mesrûr Barzanî kir.

Di civînê de Serokkomarê Misirê kêfxweşiya xwe ji bo serdanê nîşan da û amadebûna welatê xwe ya ji bo bipêşxistina pêwendiyên dualî derbirî.

Mesrûr Barzanî û Ebdulfettah Sîsî behsa "girîngiya xurtkirina pêwendiyên Herêma Kurdistan û Misirê yên di warên curbicur de, bi taybetî di warê veberhênan û dan û standina bazirganiyê de" kir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bo çespandina aştî û aramiya herêmê pesnê rola Misirê û Sîsî da.

Ziyareta Keleha Selahedîn

Her di çarçoveya ziyareta xwe ya Misirê de, Mesrûr Barzanî kela dîrokî ya Selahedînê Eyûbî ya li bajarê Qahîreyê ziyaret kir û li beşên wê kelê geriya.

Keleha Selahedîn yek ji şûnwarên herî giring ên dîrokî yên cîhanê û Qahîreyê ye ku ji aliyê fermandarê mezin ê Kurd Selahedînê Eyûbî ve wekî keleheke leşkerî ji bo parastina bajêr hatiye avakirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst