Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi serdaneke fermî gihîşt Qahîreya paytexta Misirê û dê bi Serokkomarê Misirê Ebdulfetah Sîsî re bicive.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku Mesrûr Barzanî îro êvarê gihîşt Qahîreyê.
Mesrûr Barzanî li balafirgehê ji aliyê Wezîrê Rewşenbîriyê yê Misirê Ehmed Fuad Heno û hejmarek berpirsên din ên Misirî ve hat pêşwazîkirin.
Dê bi Sîsî re bicive
Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî dê di çarçoveya vê serdana fermî de bi Serokkomarê Misirê Ebdulfetah Sîsî û berpirsên bilind ên din re bicive.
Pêwendiyên dualî û rewşa herêmê
Hat diyarkirin ku di hevdîtinan de dê bipêşxistina pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Misirê de werin gotûbêjkirin.
Her wiha guherîn û bipêşketinên dawî yên rewşa giştî ya Îraqê û herêmê jî di rojeva hevdîtinan de ne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse