Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Misirê Ebdulfetah Sîsî, bertek nîşanî bangên ji bo derbaskirina bi zorê ya alîkariyan a ji Deriyê Sînorî yê Refahê da.
Sîsî got, "Bila kes ji min nexwaze ku ez li ser jiyana Misiriyan qumarê bilîzim û ji bo alîkariya bi zorê ya ji bo Filistîniyan bikevim şer."
Serokkomarê Misirê Ebdulfetah Sîsî diyar kir ku welatê wî beşdarî dorpêça li ser Xezeyê nebûye û derbasbûna alîkariyan pêwîstî bi hevahengiya li gel Îsraîlê heye.
"Zorlêkirina derî tê wateya pêngaveke leşkerî"
Sîsî di serdana xwe ya li akademiya leşkerî de axivî û bal kişand ser bangên hinek aliyan ên ji bo derbaskirina alîkariyan bi zorê ji Deriyê Refahê û diyar kir ku ev yek tê wateya operasyoneke leşkerî.
Sîsî got, "Bila kes ji min nexwaze ku ez li ser jiyana Misiriyan qumarê bilîzim û ji bo alîkariya bi zorê ya ji bo Filistîniyan bikevim şer" û tekez kir ku welatê wî berpirsyar e ku ewlehiya welatiyên xwe biparêze.
"Refah bê hevahengî venabe"
Sîsî bi bîr xist ku Xeze tenê 14 kîlometre sînorê wê bi Misirê re heye û bi rêya deryayê û deriyên din ên Îsraîlê jî bi cîhanê ve girêdayî ye.
Sîsî diyar kir ku Refah ji bo derbasbûna mirovan e û ji bo alîkariyan jî Deriyê Kerem Şalom tê bikaranîn û got,
“Refah di êrişên Îsraîlê de gelek caran hatiye xerakirin û her çend her carê were temîrkirin jî, vekirina wê pêwîstî bi hevahengiyê heye.”
"Îsraîl peymanê binpê dike"
Sîsî îdia kir ku Îsraîlê yekîneyên xwe yên leşkerî li 'Korîdora Fîladelfiyayê' bi cih kiriye û ev yek peymana di navbera her du welatan de binpê dike û got:
"Divê ev der herêmeke bêleşker be; bicihbûna Îsraîlê Refahê di pratîkê de digire."
"Empatiya me heye lê em nakevin şer"
Sîsî diyar kir ku hewldanên Misirê yên ji bo alîkariya xelkê Xezeyê dê berdewam bikin û got:
"Empatiya gelê me heye; lê em tevlî şer nabin" û bang kir ku agahiyên rast ên derbarê Xezeyê de werin belavkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse