Hewlêr (Rûdaw) - Cîgirê Serokkomarê Tirkiyê Cevdet Yilmaz û Wezîrê Darayî yê Tirkiyê Mehmet Şîmşek serdana Îmaratê kirin.
Li gor ajansa fermî ya Tirkiyê Cîgirê Serokkomarê Tirkiyê Cevdet Yilmaz û Wezîrê Darayî yê Tirkiyê Mehmet Şîmşek di demjimêrên êvarî yên roja Çarşemê 21ê Hezîrana 2023an serdana Îmaratê kirine.
Hatiye ragihandin ku Şîmşek û Yilmaz di çarçoveya xebateke yek rojî de ev serdan pêk anîne.
Banka Navendî ya Îmaratê sala borî ligel piştî daketina bilez a nirxê lîreyê Tirkî li hember dolar û diravên biyanî peymaneke Swapê (pevguherîna pere) ya bi bihayê 64 milyar lîre ligel Banka Navendî ya Tirkiyê îmze kiribû.
Ev serdana Wezîrê Darayî yê Tirkiyê û Cîgirê Serokkomarê Tirkiyê ya bo Îmaratê jî di demekê de ye ku Banka Navendî ya Tirkiyê roja Pêncşemê 22ê Hezîrana 2023an rêjeya faîzê eşkere dike ku lîreyê Tirkî ji ber daxistina wê faîzê ev demek e nirxê xwe ji dest dide.
Niha rêjeya faîzê ji sedî 8.5 e lê tê pêşbînîkirin ku ev rêje bo derdora ji sedî 20 heta 25 bê zêdekirin. Çavê bazaran li navxwe yê Tirkiyê li benda eşkerekirina biryara faîzê ya banka navendî ye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse