Ew generalê êrişa li Îranê bi rê ve bir kî ye?

22-06-2025
RÛDAW
Nîşan Şerê Îran û Îsraîlê Amerîka Îran Îsraîl Donald Trump
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Amerîkayê bi şeş balafirên nedîtî (Stealth) yên B-2 êrişî sê navendên atomî yên Îranê kir.

Di êrişê de ku ji aliyê Serokerkanê nû yê Amerîkayê General John D. Cain ve hatiye birêvebirin, yekem car bombeyên "qelaşker" (bunker buster) ên GBU-57 hatin bikaranîn û Serokê Amerîkayê Donald Trump jî spasiya wî kir.

Li gorî agahiyên ku berpirsên Amerîkî dane medyayê, di êrişê de navendên atomî yên Fordo, Netenz û Îsfehanê hatine armanckirin.

Operasyon bi vî awayî hatiye birêvebirin:

Êriş bi 6 balafirên B-2 yên ku wekî “firokeyên şevşevok” tên naskirin, hatiye kirin.

Balafir ji Binkeya Hewayî ya Whiteman a li wîlayeta Missouriyê ya Amerîkayê ber bi Îranê ve bi rê ketine.

Firoke di ti cihekî de nesekinîn û rasterast gihiştine asmanê Îranê. Li hewayê bi rêya balafirln din sotemenî ji wan re hatiye dagirtin.

12 bombeyên qelaşker ên GBU-57 avêtine ser Binkeya Atomî ya Fordoyê û 2 bombe jî li Binkeya Netenzê xistine.

Nêzîkî 30 mûşekên krûz ên cureya Tomahawk (BGM-109) ji keştiyên binavê yên Amerîkayê ve li navendên atomî yên Netenz û Îsfehanê hatine xistin.

Ev yekem car e ku bombeya qelaşker a GBU-57 di şer de tê bikaranîn.

Binkeya Atomî ya Fordoyê 80 heta 90 metre di bin çiyayekî de ye û parastineke wê ya bi hêz heye.

Netenz navendeke sereke ya geşkirina meyandina Uranyumê ye û li Îsfehanê jî Uranyuma xav ji bo geşkirinê tê veguherandin.

General John D. Cain kî ye?

General John D. Cain 22yemîn Serokerkanê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Amerîkayê ye ku pileya herî bilind a leşkerî ya wî welatî ye.

Ew her wiha şêwirmendê sereke yê Donald Trump, Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Pete Hegseth û Encûmena Asayişa Niştimanî ya Amerîkayê ye.

Berî ku di 11ê Nîsana 2025an de bigihîje vê pileyê, General Cain Alîkarê Rêveberê Kar û Barên Leşkerî yê Saziya Îstixbarata Navendî (CIA) bû.

Cain di gelek postên cuda yên operasyonî, leşkerî û hevbeş de kar kiriye, bi taybetî wekî pîlotê şer ê balafira F-16, efserê çekan, endamê karmendên Koşka Spî û efserê operasyonên taybet bûye.

Ew di sala 1990î de li Enstîtuya Leşkerî ya Virginiayê bûye efser. Xwediyê masterê ye di warê Şerê Hewayî (Air Warfare) de û li zanîngehên wekî Harvard û Syracuse perwerdeyên li ser asayişa niştimanî û serkirdayetiyê dîtine. Wekî pîlotekî fermandar, zêdetirî 2,800 demjimêran bi balafira F-16 firiyaye ku zêdetirî 150 demjimêrên wê di operasyonên şer de bûne.

Fermandarê Amerîkî Cain di podcastekê de gotiye, "Ez wekî kurê pîlotekî şer mezin bûm. Ev karê malbata me bû. Bavê min jî pîlot bû."

Pêwendiya Cain û Trump

Cara yekem Donald Trump General Cain di sala 2018an de li Îraqê dîtiye. Trump jê re gotiye, "General Cain ji min re got, 'Ezbenî, ez dê di oxira te de bimirim.'  Piştre kumekî 'Amerîkayê Dîsa Mezin Bike' da serê xwe."

Donald Trump di sala 2019an de careke din pesnê Cain da û got, "Min jê pirsî çima ji bo têkşikandina DAIŞê du sal pêwîst in?" Li gorî Trump, General Cain gotiye, "Heke bi şêwaza min be, dikare tenê hefteyekê bajo."

Trump dibêje Cain jê re gotiye, "Em tenê ji binkeyeke demkî ya li Sûriyê li wan didin lê belê ezbenî, heke hûn destûrê bidin me, em dikarin ji her alî ve li wan bidin."

Taybetmendiyên çekên ku di operasyonê de hatin bikaranîn wiha ne:

Bombeya qelaşker GBU-57

Giranî: 13 hezar û 600 kîlogram

Dirêjahî: 6.2 metre

Hêza qulkirinê: 60 metre beton an jî 40 metre zinar û axê dikole

Sîstema rêvekirinê: GPS

Xwedî: Tenê Amerîka

Hilgir: Tenê balafira B-2 Spirit dikare hilgire

Mûşeka Tomahawk (BGM-109)

Dirêjahî: 6.25 metre

Tîre: 52 cm

Giranî: 1,590 kîlogram

Lez: 880 km/demjimêr

Menzîl: 1,600 heta 2,500 kîlometre

Sîstema rêvekirinê: GPS, INS, TERCOM, DSMAC

Erk: Lêdana armancan bi awayekî gelekî hûr û rast

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst