Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî ragihand ku operasyonên Îranê yên dijî "destdirêjiya Îsraîlê” heta xuleka dawî ya saet 4:00ê sibehê berdewam kiriye.
Eraqçî ji ser hesabê xwe yê Xê postek belav kir û spasiya hêzên çekdar ên welatê xwe kir.
Wezîrê Karên Derve yê Îranê got, "Heta dilopa dawî ya xwîna xwe amade ne ji bo parastina welatê me yê ezîz parastinê bikin."
Ebas Eraqçî diyar kir ku wan heta xuleka dawî bersiva her "êrişa dijmin" daye.
Wezîrê Karên Derve yê Îranê beriya wê posta xwe ragihandibû ku eger Îsraîl heta saet 4:00ê sibehê êrişên xwe ranewestîne, Îran dê bersivdana xwe bidomîne.
Serokê Amerîkayê Donald Trump eşkere kiribû ku Îran û Îsraîlê ji bo agirbestê li hevdû kiriye.
Trump diyar kir ku di navbera her du aliyen de "lihevkirineke berfireh û temam" a agirbestê pêk hatiye.
Ebas Eraqçî red dike ku wan bi Îsraîlê re li hevdû kiribe û ragihand ku wan ji bo agirbestê mercên xwe danîne.
Îranê ji bo rawestandina êrişan merc danî
Wezîrê Derve yê Îranê got,"Wekî Îranê gelek caran eşkere kiriye, Îsraîlê şerê li dijî Îranê dest pê kiriye, ne berevajî wê.
Heta niha ti peyman li ser ti agirbestê yan rawestandina operasyonên leşkerî nîne.
Lê belê, bi wê mercê ku rejîma Îsraîlê destdirêjiyên xwe yên neyasayî yên li ser gelê Îranê rawestîne ku ji saet 4:00ê sibehê bi dema Tehranê derengtir nebe, ti niyeta me nîne ku em piştî wê bersivdana xwe bidomînin.
Biryara dawî ya li ser rawestandina operasyonên me yên leşkerî dê paşê bê dayîn."
Donald Trump vê sibehê bang li Îran û Îsraîlê kir ku agirbestê dest pê kiriye û ji wan xwest ku agirbestê bin pê nekin.
Medyaya Îranê ragihand ku agirbesta Donald Trump bi awayekî yekalî aşkere kiribû, li gor dema navxweyî dest pê kiriye.
Ajansa Nûçeyan a Farsê ku nêzîkî Supaya Pasdaran a Îranê ye ragihand ku saet 07:30ê sibehê bi dema Tehranê (07:00 bi dema Hewlêrê) agirbesta li gel Îsraîlê dest pê kiriye.
Ajansa Farsê li ser rûpela xwe ya Telegramê ev nûçe bi sernavê "Destpêka Agirbestê" belav kir.
Tel Evîvê heta niha derbarê agirbesta ku Trump bi şev bi awayekî yekalî ragihandibû ti daxuyanî nedaye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse