Hewlêr (Rûdaw) - Endamê Komarî yê Kongreya Amerîkayê ji Ralph Norman Rûdawê re ragihand, roja êrişa Amerîkayê ya li navendên atomî yên Îranê "ji bo cîhanê rojeke mezin bû."
Norman her wiha amaje bi wê yekê kir, "Kesek ji bo wergirtina Xelata Aştiyê ya Nobelê ji Trump hêjatir nîne."
Endamê Komarî yê Kongresa Amerîkayê Ralph Norman derbarê rewşa Rojhilata Navîn, bi taybetî şerê di navbera Îran û Îsraîlê de, ji Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Washingtonê Diyar Kurde re axivî.
Ralph Norman piştgirî da siyasetên Donald Trump ên li Rojhilata Navîn û got:
"Donald Trump ew aştiya ku dixwest, bi rêya girtina ber tedbîrên nû pêk anî."
Norman derbarê êrişa Amerîkayê ya li navendên atomî yên Îranê got, "Îran sponsora hejmar yek a terorê bû.
Nizanim divê çend carên din bêjin, 'Mirin ji Amerîkayê re', lewma ew roj ji bo cîhanê rojeke mezin bû, ji bo Amerîkayê rojeke mezin bû."
Derbarê destpêşxeriya berbijêrkirina Trump ji bo Xelata Aştiyê ya Nobelê, Norman piştgiriya xwe ya tam diyar kir û got:
"Kesek ji Donald Trump zêdetir ne hêjayî Xelata Aştiyê ya Nobelê ye.
Ji bo tişta ku wî kir wêrekî pêwîst bû, serokên din ew nekir û çavê xwe li hember digirtin."
Norman rexne li birêveberiyên berê girt û got, "Bifikirin dema ku Joe Biden 60 milyar dolar pereyê keş bexşand da ku wekî bertîl bide Îranê.
Yan jî li Barack Obama bifikirin ku 1,3 milyar dolar da. Lewma divê Serok Trump Xelata Aştiyê ya Nobelê wergire, wekî mînakeke zindî ya wêrekiyê."
Li ser pirsa îhtimala dan û standinên paşerojê yên li gel Îranê derbarê bernameya wê ya atomî, Norman got ku vê carê dê rewş cuda be û got:
"Bi rastî, vê carê dê cidî be û divê rêkarên diyarkirî hebin.
Eger ew (berpirsên Îranê) wisa bifikirin ku dikarin vegerin ser dewlemendkirina uranyumê, ew dê bi ser nekeve.
Eger peymanên aştiyê bin pê bikin, wê demê dê bedela wê bidin.
Ango ev serok, tişta ku dibêje, mebesta wî ew e, û tişta ku mebesta wî ye jî dibêje."
Berbanga 13ê Hezîrana 2025an, Îsraîlê êrişî Îranê kir û piştre Îranê jî bersiv da.
Berbang 22yê heman mehê jî Amerîkayê êrişî sê navendên atomî yên Îranê kir.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse