Hakan Fîdan îro diçe Îraqê: Mijar petrola Kurdistanê ye

22-08-2023
RÛDAW
Nîşan Hakan Fîdan Bexda Hewlêr Petrola Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îraqê ragihand ku Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê îro ji bo serdaneke fermî diçe Bexdayê.

Li ser malpera Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê jî hatiye belavkirin ku Hakan Fîdan 22-24ê Tebaxê diçe Îraqê.

Li gorî ragihandinan dê Fîdan li Bexda û Hewlêrê bi rayedarên hikûmetan re bicive.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îraqê Ehmed Sehaf li ser serdana Fîdan ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivî û got:

“Îro Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan tê serdana Bexdayê û dê bi Alîkarê Serokwezîrê Îraqê û Wezîrê Karên Derve yê Îraqê Fuad Husên re bicive.”

“Fîdan dê bi serkirdeyên Herêma Kurdistanê re bicive”

Li gor zanyariyên Rûdawê, Hakan Fîdan dê piştî serdana Bexdayê û civînên bi rayedarên Îraqê re, were Hewlêrê jî.

Herwiha hate zanîn dê Fîdan bi Serok Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Alîkarê Serokwezîr Qubad Talebanî re bicive.

Dadgehê di berjewendiya Iraqê de biryar dabû

Li aliyê din, ji ber biryara Dadgeha Navbeynkariyê ya Navdewletî ya Parîsê, ji 25ê Adarê ve hinardeya petrola Herêma Kurdistanê ji aliyê Tirkiyeyê ve hatiye ragirtin.

Îraqê li ser hinardeya petrola Herêma Kurdistanê giliyê Tirkiyeyê kiribû û Dadgeha Parîsê di berjewendiya Iraqê de biryar dabû

Li gorî wê biryarê jî hinardekirina petrol Kurdistanê hatibû rawestandin.

Herwiha Tirkiyeyê jî ragihandibû ku dê pêbendî wê biryarê be.

Wezîrê Petrolê yê Iraqê li Tirkiyeyê ye

Divê were gotin ku Wezîrê Petrolê yê Iraqê Heyan Ebdulxenî di çarçoveya serdaneke durojî de li Tirkiyeyê ye.

Yek ji mijarên serdana Heyan Ebdulxenî jî pirsa hinardeya petrola Herêma Kurdistanê ya bi rêya Bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê bû.

Ji bo hinardeya petrola Herêma Kurdistanê dîsa dest pê bike, şandeyên Herêma Kurdistanê çend caran çûbûn Bexdayê.

Şandeyên Herêma Kurdistanê hem bi berpirsên Îraqî hem jî rayedarên Wezareta Petrolê ya Îraqê re civiyabûn.

Lê heta niha jî hinardeya petrola Herêma Kurdistanê dest pê nekiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst