Leşkerên Amerîkayê li Girê Spî li kêleka wesayitên leşkerî yên Tirkiyeyê ne / Wêne: Delil Souleiman/AFP- Getty Images
Hewlêr (Rûdaw) - Tezkereya dirêjkirina dema erkê leşkerênTirkiyeyê ya li Îraq û Sûriyeyê (Başûr û Rojavayê Kurdistanê) li Parlamentoya Tirkiyeyê hat pesendkirin.
Piştî vê biryarê dê leşkerên Tirkiyeyê 3 salên din li Başûr û Rojavayê Kurdistanê bimînin.
DEM Partî, CHP û Partiya Kedê (EMEP) dengê “na” da lê tezkere bi piraniya dengên AK Partî, MHP û ÎYÎ Partiyê ji Parlamentoyê derbas bû.
Komcivîna Giştî ya Parlamentoyê doh bi serokatiya Alîkarê Serokê Parlamentoyê Celal Adan dest pê kir.
Di civînê de tezkereya Serokomariyê ya derbarê dirêjkirina dema erkê leşkerên artêşa Tirkiyeyê ya li Îraq û Sûriyê (Başûr û Rojavayê Kurdistanê) hat gotûbêjkirin.
Piştî gotûbêj û axaftinên parlamenterên aliyên siyasî yên derbarê wê tezkereyê dengan hat kirin.
DEM Partî, CHP û EMEPê dengên “na” dan tezkereyê.
Lê AK Partî, MHP û ÎYÎ Partiyê dengên “erê” dan û tezkereya Îraq û Sûriyeyê bi piraniya dendên wan di Lijneya Giştî ya Parlamentoyê de hat qebûlkirin.
Li Tirkiyeyê ji Çiriya Pêşîn a 2024an ve pêvajoyeke ji bo çareseriya pisgirêka Kurdan dest pê kiriye.
Lê Erdogan roja pêncşemê, tezkereya ku destûra operasyonên derveyî sînor ên li Başûr û Rojavayê Kurdistanê sê salên din dirêj dike şandibû parlamentoyê.
Di tezkereyê de wekî hincet hatibû gotin ku li herêmên cîranê sînorên bejayî yên başûrê Tirkiyeyê "gefa terorê berdewam dike" û "aramiya mayînde hîn jî nehatiye dabînkirin" û bi van hincetan hatibû xwestin ku tezkere sê salên din bê dirêjkirin.
Destûra şandina leşkeran cara yekem bi biryara parlamentoyê 2yê Çiriya Pêşîn a 2014an hatibû dayîn û herî dawî jî 17ê Çiriya Pêşîn a 2023yan hatibû dirêjkirin.
Piştî qebûlkirina vê tezkereyê destûra Artêşa Tirkiyeyê ya ji bo pêkanîna operasyonan li van herêman dê heta dawiya sala 2028an berdewam bike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse