Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz ragihand ku ew li Xezeyê gelekî nêzîkî armancên xwe yên şer in.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Parastiyê ya Îsraîlê, Katz di civîneke nirxandina rewşê de bi berpirsên artêşê re derbarê êrişên li Rojhilata Navîn axivî.
Hat destnîşankirin ku ji bilî Katz, Serokerkanê Îsraîlê Eyal Zamir, hinek berpirsên payebilind ên artêşê û rayedarên Mossad û Şîn Betê jî beşdarî civînê bûne.
Israel Katz anî ziman ku ew li Xezeyê gihîştine xala herî nêzîk a "armancên xwe yên şer" ku ew jî vegerandina dîlên Îsraîlî û tunekirina Hemasê ye.
Katz diyar kir ku ew êrişên xwe yên li Xezeyê û Yemenê didomînin got ku divê ew bi êrişên bibiryar ên wekî li Îran, Libnan û Sûriyeyê, ji bo çareserkirina tam a van deran jî bikevin tevgerê.
“Divê em rê li ber Îranê bigirin”
Katz bi gotinên ku îhtimala êrişeke nû heye gef li Îranê jî xwar û got:
“Divê em ji bo paşerojê planekê deynin da ku destkeftî û serweriya hewayî ya ku me bi dest xistiye biparêzin û rê li ber ji nû ve destpêkirina projeyên nukleerî û mûşekî yên Îranê bigirin.”
Katz tekez kir ku mana Îsraîlê ya li ser axa ku li Sûriye û Libnanê "xwedî girîngiyeke jiyanî ye".
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse