Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan û Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio bi telefonê axivîn.
Li gorî agahiyên ku Ajansa Anadolê (AA) ji çavkaniyên Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê wergirtine, di pêwendiya telefonî ya Fîdan û Rubio de li ser gavên ku ji bo berdewamiya agirbesta li Xezeyê û gihandina bênavber a alîkariyên mirovî ji bo herêmê bên avêtin, axivîn.
Di pêwendiyê de mijarên têkildarî bicihanîna Daxuyaniya Niyetê ya ku li bajarê Şerm Şêxê yê Misirê hatibû îmzekirin, hatin nirxandin.
Di pêwendiya telefonî de her wiha derbarê bipêşketinên li Sûriyeyê, mijarên têkildarî dan û standinên bernameya uranyumê ya Îranê û rewşa şerê di navbera Rûsya û Ukraynayê de bîr û ra hatin guhertin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse