Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê ragihand, “Entegrasyona HSDyê ya bi artêşa Sûriyeyê re xwedî girîngiyeke krîtîk e.”
Berdevkê Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê Zekî Akturk rojev nirxand û pişt re pirsên rojnamegeran bersivandin.
Akturk diyar kir ku hikûmeta Sûriyeyê bi hemû sazî û yekîneyên xwe ve xebatên xwe yên ji bo jinûveavakirin û misogerkirina îstiqrar û ewlehiyê didomîne.
Akturk bi bîr anî ku di 13ê Tebaxa 2025an de bi Sûriyeyê re “Muxtiraya Lihevkirinê ya Perwerde û Şêwirmendiya Hevpar” hatiye îmzekirin û got:
"Li gorî daxwazên hikûmeta Sûriyeyê, çalakiyên perwerde, serdan, şêwirmendî û piştevaniya teknîkî yên ji bo zêdekirina kapasîteya parastin û ewlehiyê didomin."
“Divê HSD pêbendî pêvajoya entegrasyonê be”
Akturk anî zimên ku entegrasyona Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) a bi artêşa Sûriyeyê re xwedî girîngiyeke krîtîk e û got, "Em vê mijarê bi baldarî û hesasiyet dişopînin" û li pey çû:
"Di vê çarçoveyê de divê HSD pêbendî pêvajoya entegrasyonê ya bi artêşa Sûriyeyê re be û dev ji her cure çalakî û gotinên ku zererê didin yekîtiya siyasî û yekparçeyiya axa Sûriyeyê berde.
Îstiqrar û ewlehiya Sûriyeyê ji bo aramiya herêmê xwedî girîngiyeke mezin e.
Tirkiye di vî warî de bi biryar e ku hevkariya xwe ya nêzîk a bi hikûmeta Sûriyeyê re bidomîne û piştgiriyê bide prensîba 'Yek Dewlet, Yek Artêşê.’”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse