Hewlêr (Rûdaw) – Artêşa Îsraîlê başûrê Beyrûtê bombebaran kir û ragihand ku bi fermana Serokwezîr Benjamin Netanyahu wan Sererkanê Tevgera Hîzbulahê kiriye armanc.
Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê jî diyar kir ku kesek hatiye kuştin û 21 kes jî birîndar bûne.
Ofîsa Serokwezîriya Îsraîlê ragihand ku Benjamin Netanyahu fermana wê êrişa daye.
Ev yek di demekê de ye ku nêzîkî salekê ye agirbest di navbera Hîzbulah û Îsraîlê de heye lê ji wê demê ve Îsraîlê êrişên xwe ranewestandine û Hîzbulahê bi jinûve xwe birêxistinkirinê tohmetbar dike.
Di daxuyaniyeke kurt de hat gotin, "Artêşa Îsraîlê beriya bi demekê li dilê Beyrûtê, êrişî Sererkanê Hîzbulahê kir yê ku serkêşiya bihêzkirin û jinûve çekdarkirina rêxistinê dikir."
Sererkanê Hîzbulahê Heysem Tebatebayî ye û piştî kuştina Sekreterê Giştî Naîm Qasim wekî duyem kesê herî bihêz ê nav tevgerê tê dîtin.
Li aliyê din, heta niha ti aliyî bi fermî kuştina Heysem Tebatebayî ranegihandiye.
Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê ragihand ku heta niha kuştina kesekî û birîndarbûna 21 kesên din hatiye piştrastkirin.
Wezîrê Parastinê yê Israel Katz got, "Ez û Serokwezîr Netanyahu li ser pêkanîna siyaseta zext a herî zêde ya li ser Libnanê rijd in.
Ji bo rêgirtina li her gefa li ser niştecihên bakur û dewleta Îsraîlê em dê karê xwe bidomînin."
Katz her wiha diyar kir ku ew dê rê nedin ku vegerin "rastiya 7ê Çiriya Pêşîn."
Her wiha bi serokatiya Benyamin Netanyahu civîna kabîneya şer a hikûmeta Îsraîlê hat sazkirin.
Netanyahu got, "Em li gelek eniyan lêdana terorê dîdomînin. "
Serokwezîrê Îsraîlê her wiha got, "Artêşa me dawiya vê hefteyê êrişî Libnanê kir. Em dê her tiştî bikin da ku nehêlin Hîzbulah careke din ji bo me bibe gef û metirsî."
Îsraîlê di hefteya borî de li Libnanê gelek herêm kiribûn hedef û artêşa Îsraîlê roja şemiyê ragihandibû ku wan li çend platformên mûşekan û çeperên serbazî yên Hîzbulahê daye.
Bi destpêkirina şerê Xezeyê re di 7ê Çiriya Pêşîn a 2023yan de, Tevgera Hîzbulahê hevpeymaniya xwe ya ji bo Hemasê ragihand û kete eniya dijî Îsraîlê.
Îsraîlê jî bi êrişên tund bersiv da Hizbulahê û Sekreterê Hizbulahê Hesen Nasralah jî di nav de gelek serkirdeyên Hizbulahê ji aliyê Îsraîlê ve hatin kuştin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse