Netanyahu: Me derbeke wisa li Îranê xist ku di dîroka xwe de nedîtiye

24-06-2025
RÛDAW
Nîşan Benjamin Netanyahu Îran Îsraîl
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu got ku welatê wî di şerê 12 rojî de li hemberî Îranê bi ser ketiye.

Netanyahu her wiha tekez kir ew dê rûbirûyî her hewleke Îranê ya ji bo jinûveavakirina bernameya wê ya nukleerî bibin.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu derbarê şerê 12 rojî yê bi Îranê re axivî.

Serokwezîrê Îsraîlê ragihand ku ew dê nehêlin Îran bibe xwedî çeka atomî û dê her hewleke wî welatî ya ji bo jinûveavakirina bernameya nukleerî ya Îranê têk bibin.

13ê Hezîrana 2025an, Îsraîlê êrişeke çaverênekirî bir ser Îranê.

Artêşa Îsraîlê ragihand ku armanca wan santralên nukleerî û leşkerî yên Îranê ne.

Piştre Tehranê bi moşek û dronan bersiv da.

Netanyahu derbarê êrişa wan a li Îranê go, "Me derbeke wisa li Îranê xist ku di dîroka xwe de nedîtiye."

Wezareta Tenduristiyê ya Îranê ragihand ku ji ber êrişên Îsraîlê zêdetirî 606 kes hatine kuştin.

Netanyahu got, "Me zanyarên atomî yên Îranê ji nav birin."

Roja 22yê Hezîranê, Amerîka rasterast tevlî şer bû û êrişeke esmanî bir ser sê santralê nukleerî yên Fordo, Netenz û Îsfehanê.

Serokwezîrê Îsraîlê behsa rola Donald Trump a di piştgiriya welatê xwe de kir û got, "Îsraîlê di dîroka xwe de dostekî wekî Donald Trump nedîtiye."

Serokê Amerîkayê Donald Trump 23yê Hezîranê nexşerêya agirbesta şerê Amerîka û Îsraîlê ragihand.

Li gorî nexşerêyê, şer saet 7ê sibeha 25ê mehê de bi dawî bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst