Hewlêr (Rûdaw) - Di belema koçberan de ku ji Libnanê birêketibû û li ser kenarên Sûriyê binav bûbû, 4 kesan ji malbateke Efrînî jiyana xwe ji dest dan.
Malbateke Efrînê di nava qurbaniyê belema Tertûsê de bû, bavek û 3 zarokên wî canê xwe ji dest dan û cenazeyê bav û keça wî li goristaneke bajarê Terablusê hatin veşartin.
Mistefa Hibo ku bi xwe xelkê Efrînê ye û li bajarê Terablusê yê Libnanê beşdarî merasîma bixaksipartina herdu welatiyên Kurd bûye, ji Rûdawê re hurgilî derbarê Malbata Efrînê ku çar kes jê bûne qurbanî diyar kirin
Welatî Mistefa Hibo got: “Li Libnanê di nav ew kesên ku nav belemê de xeniqîne malbateke Kurd jî hebûn. Ew malbata Mistefa Misto bû û ew xelkê Şêrawe ya Efrînê bûn. Çar zarokên Mistefa Misto ligel wî bûn.”
Mistefa Hibo hewiha da zanîn ku termê keç û kurekî heman malbatê hêj nehatine dîtin û dayîka wan jî birîndar e li nexweşxaneyekê Tartûsê ye.
Hibo got, ji bilî Malbata Mistefa Misto, hin kesên din jî ji Efrînê di nav belemê de hebûne.
Belema ku Mustefa û malbata xwe têde bûn roja sêşemê ji Libnanê birêketibû û nêzîkî 170 koçberên ne yasayî ji Lubnanê ber bi Îtalyayê ve dibirin. Roja pêşncşemê ew keştî li nêzîkî girava Erwad ser bi parêzgeha Tertûsê binav bibû. Li gor zanyariyên herî dawî, hejmara qurbaniya gihiştiye 90 kes û 49 kes jî heta niha bêser û şûnin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse