Îsraîl gefa wêrankirinê li Yemenê dixwe

25-08-2025
RÛDAW
Israel Katz û Benjamin Netanyahu / Wêne: Ji dîmenan hatiye girtin
Israel Katz û Benjamin Netanyahu / Wêne: Ji dîmenan hatiye girtin
Nîşan Îsraîl Yemen Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî êrişên balafirên şer ên Îsraîlê yên li Senaya paytexta Yemenê, karbidestên payebilind ên Îsraîlê gefên tund li Hûsiyan xwarin.

Hûsî dibêjin di êrişan de sivîl hatine kuştin lê Îsraîl vê yekê red dike û dibêje wan armancên stratejîk kirine hedef.

"Hûsî dê bedeleke giran bidin"

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu li ser êrişan got:

"Hêza me ya asmanî careke din êrişî armancên stratejîk ên Yemenê kir.

Êrişî qesra serokatiyê ya li dilê Senayê, santrala elektrîkê ya bajêr û tankerên sotemeniyê hat kirin.

Terorîstên Hûsî dê fêr bibin ku ew dê ji bo êrişên xwe yên li Îsraîlê bedeleke giran bidin."

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz jî got, "Em li ser ferzkirina dorpêça asmanî û deryayî rijd in.

Em li jêrxanên ku ji bo bihêzkirina Hûsiyan tên bikaranîn, didin. Hûsî dê ji bo her mûşekeke ku avêtine Îsraîlê, bedelên mezin bidin."

Hûsî: Avahiyeke sivîl bû armanc

Li aliyê din, Hûsî dibêjin ku di êrişên roja yekşemê de herî kêm 6 kes hatine kuştin û 86 kesên din jî birîndar bûne.

Ew Îsraîlê bi wê yekê tohmetbar dikin ku avahiyeke sivîl kiriye armanc.

Lê artêşa Îsraîlê van îdiayan red dike û dibêje, wan êrişî komplekseke leşkerî ya ku qesra serokatiyê jî tê de ye, ligel du santralên elektrîkê û depoyeke sotemeniyê kiriye.

“Amerîka hevbeşa êrişan e”

Çekdarê Hûsî Zeyfullah Şamî jî Amerîkayê wekî hevbeşa êrişan bi nav kir û got:

"Bêyî destûr û piştgiriya Amerîkayê, Netanyahu nedikarî gavekê jî biavêje.

Ev yek Amerîkayê dike hevbeşeke tam di her êrişeke Îsraîlê de.

Armanca polîtîkayên Îsraîlê ew e ku bi rêya kuştin û komkujiyan serdestiya xwe ferz bike."

Ji destpêka şerê Xezeyê ve Hûsiyan nêzîkî 500 caran bi dron û mûşekan êrişî Îsraîlê kirye û ew dibêjin ku armanca wan piştgiriya Filistîniyan e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst