Hewlêr (Rûdaw) - Çavkaniyeke dîplomatîk a ji Tirkiyeyê ragihand, Enqere xwe ji bo hemû senaryoyên egera şerekî leşkerî yê di navbera Îran û Amerîkayê de amade dike.
Çavkaniyeke dîplomatîk a Tirk ji ajansa Reutersê re behsa aloziya Îran û Amerîkayê û amadehiyên Tirkiyeyê yên di vê pêvajoyê de kir.
Çavkaniya ku nexwest navê wê were eşkerekirin got, "Eger rewş xera bibe, em hemû tedbîrên pêwîst dinirxînin."
"Ewlehiya welatiyan di rêza yekem de ye"
Wê çavkaniyê da zanîn ku Enqere rûdanan ji nêz ve dişopîne û wiha axivî:
"Em hemû senaryoyan dinirxînin û ji bo parastina ewlehiya welatiyên xwe li ser gavên ku divê bên avêtin dixebitin."
Lê diyar kir ku ti gava Tirkiyeyê "dê serweriya Îranê bin pê neke" û got ku ew li ser vebijêrkeke bi vî rengî nafikirin.
Tirkiye li dijî midaxeleya leşkerî ye
Tirkiye endama NATOyê ye û sînorekî wê yê dirêj bi Îranê re heye.
Enqere her dem dilgiraniya xwe ya ji ber nearamiya li herêmê tîne ziman.
Enqere radigihîne ku ew li dijî her midaxaleya leşkerî ya li ser Îranê ye û ji bo kêmkirina aloziyê dan û standinên xwe yên li gel Tehran û Washingtonê didomîne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse