Netanyahu: Mihemed Sînwar hat kuştin

28-05-2025
RÛDAW
Nîşan Îsraîl Xeze Mihemed Sînwar Yehya Sînwar Benjamin Netanyahu
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Îsraîlê Benjamîn Netanyahu ragihand ku endamê pilebilind ê Hemasê Mihemed Sînwar li Xezeyê hat kuştin.

Mihemed Sînwar, piştî kuştina birayê xwe Yehya Sînwar derbasî birêveberiya herî bilind a Hemasê bûbû.

Li gorî nûçeya Reutersê, Netanyahu di daxuyaniya xwe ya îro de ragihand ku Mihemed Sînwar ku yek ji fermandarên pilebilind bilind ên Hemasê ye li Xezeyê hatiye kuştin.

Mihemed Sînwar birayê biçûk ê Yehya Sînwar bû ku ew jî di operasyonên leşkerî yên Îsraîlê yên li Xezeyê de hatibû kuştin.

Li gorî artêşa Îsraîlê, Mihemed Sînwar bi taybetî di sala dawî de bûbû kesayetekî sereke ku çalakiyên leşkerî yên Hemasê li Xezeyê bi rê ve dibir.

Mihemed Sînwar kî ye?

Mihemed Sînwar, li Xezeyê kesayetiyekî girîng ê Hemasê bû.

Mihemed Sînwar birayê serokê berê yê Hemasê Yehya Sînwar bû.

Yehya Sînwar 16 Çiriya Pêşîn a 2024an li Xezeyê di bombebaraneke Îsraîlê de hatibû kuştin.

Piştî ku Yehya Sînwar ji aliyê Îsraîlê ve hat kuştin, birayê wî Mihemed Sînwar di nav Hemasê de pileya wî zû bilind bû.

Bi taybetî di pêvajoya şerê ku piştî êrişên li dijî Îsraîlê yên Çiriya Pêşîn a 2023yan de dest pê kir, ew di birêvebirina stratejiya leşkerî ya Hemasê ya li Xezeyê de roleke sereke girtibû.

Wekî Yehya Sînwar, ew jî di lîsteya yên "herî zêde tên xwestin" a Îsraîlê de cih digirt.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst